Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê 2024-04-02 15:46:32 WAN - Li dijî darbeya AKP’ê xelkê bajar daket kolanan û berxwedan li hemû tax, cade û kolana belav bû. Li ser êrişa polîsan jî ciwanan li ser rêyan berîqet danîn û agir vêxistin.  Xelkê Wanê paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan a bi “fermana” AKP’ê protesto dike. Navenda protestoyên navendê cadeyên Cumhuriyet, Maraş û Mîllî Egemenglîkê ne. Bi hezaran kesan di kolanên bajar de çopdank û panoyên reklamê weke berîqet bi kar anîn, li gelek deveran agir vêxist. Tevahiya esnafên bajar jî derabeyên dikanên xwe girtin û çalakî li tevahiya bajar belav bûn. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekeyên plastîk êrişî welatiyan kirin. Ji ber êrişan gelek kes birîndar bûn. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrişa polîsan û navenda bajar di nava dûyê de ma ye. Tevahiya rêyên navendê hatin girtin û li taxan çalakiyên serhildanê dest pê kirin.    WESAYÎT HATIN ŞEWITANDIN   Ciwanên ku rêyên taxan girtin, lasîtk şewitandin û meş li dar xistin. Bi hezaran kesên li taxan kom bûn, li dijî êrişa polîsan li ber xwe didin. Ciwan bi keviran bersivê didin êrişên polîsan. Bi sedan kes di êrişa polîsan de hatin binçavkirin û gelek kes jî bi guleyên polîsan birîndar bûn. Hêrsa gel her ku diçe zêdetir dibe û li ser Cadeya Mereşê bi dehan wesayît hatin şewitandin. Navenda bajar di bin dûyê de ma ye û hat zanîn ku ji bajarên derdorê hêzên teqwiye yên polîsan hatine xwestin.    GAZ AVÊTIN AVAHIYA BAJAR    Hat zanîn ku polîsên dor li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê girtin, bombeyên gazê avêtine hundir. Parlamenter û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan hatin derbkirin û polîsan hewl dan binçav bikin. Li ser berteka gel jî hevserok hatin berdan. Demek piştre jî gelê ji taxan berê xwe dayîn navenda bajar, rastî êrişa tund a polîsan hatin. Li ser vê yekê pevçûn li kolanên piştê yên Cadeya Cumhuriyetê belav bûn. Tevahiya esnafên bajêr derabeyên xwe girtin û li ser cadeyên bajar pevçûn didomin.