Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an 2024-04-02 16:30:44   STENBOL - Di şewata kulubeya şevê ya li Beşîktaşê derketiye de hejmara miriyan derket 29'an.    Di kolana Gundogduya navçeya Beşîktaşa Stenbolê de di kulubeyeke şevê ya 16 qatî de şewat derket. Tê payîn ku şewat di qatên -1 û -2'yan de ji ber tadîlata dihat kirin derket û 29 kes di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Kesên birîndar bûne li nexweşxaneyên bajar tên dermankirin.   Hat zanîn ku di lêpirsîna têkildarî şewatê hatiye destpêkirin de 5 kes hatine binçavkirin.