Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye 2024-04-02 18:35:29   ENQERE – Derket holê ku namzetê AKP'î Abûlahat Arvas ê di hilbijartinê de bi ser neket, berî biryar bigihê Abdûllah Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye.    Bi hinceta îdaekirina mafên memnûyê yên namzetê hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, YSK'ê mazbata neda Zeydan. Biryara der barê Zeydan de di 29'ê Adarê de beriya mesaiyê bi 4 deqeyan hat dayîn, bû cihê bertekên mezin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Wanê jî ragihand ku mazbatayê daye namzetê AKP'î Abdûlahat Avras ê di hilbijartinê de bi ser neket.    Derket holê ku berî biryara nedayîna mazbatayê bigihê Abdûllah Zeydan, Arvas ji bo mazbatayê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Wanê daye.    GOTINa ARVAS   Arvas, di nava rojê de li se rhesbaê xwe yê X'ê wiha gotibû: "Ez naxwazim wekî qeyûm bên tayinkirin."