ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN 2024-04-03 09:00:28 * Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan di meşa sala 2009’an a ber bi Amarayê de hatin qetilkirin û lêpirsîna derheqê wan de ev 15 sal in bênencam e.    * Li Stenbolê welatiyan diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin bertek nîşanî polîtîkayên desthlata AKP'ê yên şer û aboriyê dan.    * Hiqûqnasê Cezayî Ercan Kanar bal kişand ku serpêhatiyên Hatîce Yildiz (75) a ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hatiye girtin, di dema 12’ê Îlonê de jî nehatiye dîtin û got: “Tirkiye êdî ji dewleta hiqûqê derketî ye.”   * Xelkê Qilebanê li dijî desteserkirina îradeya xwe ev sê roj in li ser pêya ye. Welatiyên di çalakiyê de bertek nîşanî AKP’ê dan û wiha gotin: “Mafê kesekê ji Yozgatê nîne ku qedera ma diyar bike. Em vê qebûl nakin û li wan ziqim be.”   * Endamên MYK’a DEM Partiyê dê l i avahiya KESK’ê ya Wanê bicive. (11.00)   * Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00)   * Şandeyên li Wanê dê li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê li Parka Feqiyê Teyran meşê li dar bixin. (12.00) ZINDÎ   * Koordînasyona Çavdêriyê ya Navendî ya Grevên Birçîbûnê ya ÎHD’Ê dê li navenda giştî ya li Enqereyê rapora xwe eşkere bike. (12.30)   * Li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê dê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. (11.00-20.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (16.00-20.00)