Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin 2024-04-03 12:35:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a Wezareta Karên Hundir betal kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku hinek qeydên “Qanûna Hejmar 7262 a Têkildarî Pêşîlêgirtina Fînansmaniya Belavkirina Çekên Tunekirina Girseyî” li dijî Destûran Bingehîn in û biryara betalkirinê da.    Di sala 2020’an de bi qebûlkirina Qanûna Nû ya Komeleyan û “Qanûna Hejmar 7262 a Têkildarî Pêşîlêgirtina Fînansmaniya Belavkirina Çekên Tunekirina Girseyî” re raye dabûn Wezareta Karên Hundir ku bikare komeleyan bi awayekî demkî ji peywirê bigire, xebatên wan bi dawî bike û li şûna wan qeyûm tayîn bike.    PARASTINA DANEYÊN ŞEXSÎ   AYM’ê jî hinek qeydên di qanûna behsa xeberê de betal kir. Biryara AYM’ê ya di 18’ê çileya 2024’an de îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Di biryarê de xwe de AYM’ê ji bo betalkirina “Qeyda daxwaza parastina daneyên şexsî bisînor dike” got ku li dijî xalên 13’emîn û 20’emîn ên Destûra Bingehîn in û ev qeyd betal kir.    QEYDA TÊKILDARÎ KOMELEYAN   Di biryarê de ji bo “Lêkolînkirina qeydên têkildarî dûrxistina ji peywirê ya komeleyan û tayînên li şûna wan tên kirin” jî wiha hate gotin: “Di qeydê de nediyar e bê ka tevdîra dûrxistina ji peywirê heta kengî bidome û di vê mijarê de tu sererastkirin jî tune ne. Di heman demê de kesên di komeleyê de cih digirin lê derheqê wan de tu sûcdarî û teqîbat tune jî ji peywirê tên dûrxistin. Weke encam, ev qeyd ji hêla azadiya avakirina komeleyan ve bêrêje ye û bisînorkirineke bêpîvan e.”   BETALKIRINA QEYÛM   AYM’ê di heman demê de qeyda ku li şûna kesên ji komeleyê hatine dûrxistin û li şûna wan bi biryara dadgehê qeyûm tên tayînkirin jî betal kir. AYM’ê got ku heke kesên tayînkirin yekser ji hêla komeleyan bi xwe ve were kirin, ev yek li dijî azadiya avakirina komeleyan mudaxileyeke yekser a siviktir dibe. AYM’ê ev raye betal kir.