Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome 2024-04-03 14:01:20   RIHA - Ji ber îtîraza AKP’iyan a li dijî du sindoqan, li Curnê Reş biryar hate dayîn ku hilbijartin dîsa bê lidarxistin. Bertekên li dijî vê biryarê didomin. Dê li dijî biryarê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz were kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) piştî 45 salan, Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xist. Lê j ber îtîraza AKP’ê ya ji bo 15 sindoqan, duh biryar hate dayîn ku hilbijartin dîsa bê lidarxistin. AKP’ê di şeva hilbijartinê de ji bo sindoqên hejmar 1119 û 1120’ê îtîraz kir û pusulayên di van sindoqan de ji hêla biraziyê şaredarê heyî û namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik û xebatkarên şaredariyê jî di nav de komeke ji 50 kesan pêk dihat ve hatin şewitandin.    Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bûyera ku qeydên wê yên kamerayê hene weke hincet nîşan da û biryar da ku hilbijartina ku DEM Partiyê bi ferqekî bi qasî 521 dengan jinûve bê lidarxistin. Lijneyê biryar da ku hilbijartin di 2’yê hezîranê de were lidarxistin.    Partiyî dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîrazê bikin.    Bi sedan rihayî li pêşiya avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a li navçeya Halîliliyeyê kom bûn û biryar protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan, Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ku weke Hevşaredarên Curnê Reş hatibûn hilbijartin, hevşaredarên DEM Partiyê yên Bêrecûk, Pirsûs, Serêkanîye, Hewag, Xelfetî û Wêranşarê, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û bi sedan welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Diz dê hesabê bidin gel” berz dikin.    ‘MUDAXILEYA LI DIJÎ ÎRADEYA HILBIJÊRAN’   Platforma Ked û Demokrasiyê tevî gel li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar daxuyanî da. Berdevkê Platformê û Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr bertek nîşanî biryara kêmînê ya siyasî ya li Wanê da û got ku ev biryar, berdewamiya rejîma qeyûm e.    Demîr, anî ziman ku mudaxileyên derhiqûqî yên li dijî hilbijartinan hem binpêkirina mafên bijartin û hilbijartinê hem jî mudaxileyekî li dijî îradeya hilbijêran e. Demîr, mudaxileyên heyî weke “darbeya siyasî” nirxand û got ku bi van mudaxileyan derbekî giran li demokrasiya Tirkiyeyê tê xistin. Demîr, got ku divê tu kes li dijî van mudaxileyan bêdeng nemîne. Demîr, wiha domand: “Divê tavilê dev ji vê helwesta xwe berdin û mazbata bên dayîn. Em radigihînin ku li gel vîna xelkê Curnê Reş û Wanê ne.”    DÊ DAXWAZNAMEYA ÎTÎRAZÊ PÊŞKEŞ BIKIN   “Nobeta Demokrasiyê” ya girseyê ya li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar didome. Partiyî dê daxwaznameya îtîrazê pêşkeşî lijneyê bikin.    HIQÛQNASAN BERTEK NÎŞAN DAN   Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê jî li pêşiya baroyê daxuyanî dan. Namzetên hevşaredariyê yên Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş û gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    Metna hevpar ji hêla Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve hate xwendin. Oncel, got ku biryara jinûve lidarxistina hilbijartinê ya li Curnê Reş derhiqûqî ye û bi vê yekê re îradeya gel tune hatiye hesibandin. Oncel got ku ev biryar dê rê li ber feraseta qeyûm veke û wiha bi dawî kir: “Bi eşkereyî xuya bû ku li bajarên kurdan îradeya bijartinê bi avadaniyên girêdayî îktîdara siyasî teşe digire. Li hêla din li îradeya xelkê Wanê qeyûm hate tayînkirin.”