Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye 2024-04-03 14:22:52 BEDLÎS - Di hilbijartinên Bedlîsê de 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin û îtîraza ji bo deng jinûve bên hejmartin li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar hatiye kirin jî hêj biencam nebûye. Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça got ku heke îtîraz were redkirin dê serî li YSK’ê bidin û îtîrazên xwe yên li kolanan bidomînin.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de yek ji bajarên ku bi hezaran leşker û polîs weke “hilbijêr” lê hatine veguhestin jî Bedlîs bû. Di hilbijartinê de AKP’ê 8 hezar û 900 û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stand. Tevî hilbijêrên li bajar hatine veguhestin jî tenê 188 deng ferq derket. Di heman demê de 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin.    Ji bo deng jinûve bên hejmartin, DEM Partiyê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî da lê ev îtîraz hate redkirin. Li ser vê yekê jî duh serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Heta niha jî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryara xwe eşkere nekiriye.    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça têkildarî serlêdanan ji MA’yê re axivî.    Akça, da zanîn ku di navbera namzetê AKP’ê yê wan de tenê ferqekî bi qasî 188 dengan heye û wiha domand: “Nêzî 2 hezar û 18 deng nederbasdar hatine hesibandin. Tiştekî din ê ecêb heye. Ji 25 kursiyên Meclisa Şaredariyê 15 jê partiya me standiye, li Meclisa Giştî ya Bajar jî ji 4 kursiyan 2 jê yên me ne. Lê encamekî wiha ecêb derketiye. Ev tişt di serê mirov de rûnane. Em piştre bi endamên lijneyên sindoqan ên partiyê re axivîn û rewşa li her derê ji me re vegotin. Ev jî ew bû ku di dema hejmartinê de polîs ketine polan.”   ‘POLÎSAN GEF LI ENDAMÊN LIJNEYA SINDOQAN XWARIN’   Akça, da zanîn ku polîsên çekdar tenê heke bang lê were kirin dikarin nêzî dora sindoqan bibin û wiha pê de çû: “Ketina wan a polan, gefxwarina li endamên lijneya sindoqan e. Endamên lijneyên sindoqan gotin ku beriya berê pusulayan nîşanî wan were dayîn hatine hejmartin, navên partiyên cuda hatine gotin, bêyî ku nîşanî wan bidin li cihekî hatine danîn û li cihekî bêronahî hejmartin hatiye kirin. Ji ber ku polîs li wir bûn, endam bifikar bûn û nekarîn îtîrazê bikin. Me îro di danê sibehê de dît bê ka çima endamên lijneyên sindoqan ditirsiyan. Dema em ji bo îtîrazê çûn, rastî êrişa polîsan hatin. Encamên heyî mimkin nînin.    Me daxwaznameya xwe ya îtîrazê ya têkildarî binpêkirin û girtekên derheqê gelek sindoqan de amade kir. Ji bo bibin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî, em li avahiya partiyê civiyan. Me xwest biçin edliyeyê ku nêz e. Lê polîsên maskeyên gazê li xwe kirin, polîsên tevgera taybet ên çekdar, wesayîtên TOMA’yê dor li me girtin. Gotin ku dê destûr nedin em biçin edliyeyê. Em jî li pêşiya avahiyê sekinîn û me got dê tu alternatîfên din qebûl nekin. Em bi awayekî aştiyane li wir disekinin lê wan bombeyên gazê avêtin, bi TOMA’yan ava şid reşandin û hevalên me binçav kirin. Bi taybet jî amirekî emniyetê kesên li şûna xwe disekiniyan nîşan da û ji polîsan re got ‘li vî bixin.’ Em bi xwe bûn şahid ku sûc dikin.”   ‘EM Ê ÎTÎRAZÊN XWE YÊN LI KOLANAN BI DAWÎ NEKIN’   Akça, destnîşan kir ku destûr nehatiye dayîn ku endamên lijneya sindoqan girtekan jî bigirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo îradeya gel şênber bibe, divê tevahiya dengan dîsa bên hejmartin. Li gorî bersiva ji îtîrazên me re tê kirin em ê li YSK’ê îtîrazê bikin. Lê em ê îtîrazên xwe yên li kolanan bi dawî nekin. Ne TOMA ne jî gazên wan nikarin pêşî li ber daxwazên me yên demokratîk bigirin.”