Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin 2024-04-03 14:28:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleyên ziman û wêjekaran bi daxuyaniyekê bertek nîşanî nedayîna mazbata Abdullah Zeydan dan û wiha bang li îktîdara AKP-MHP'ê kirin: “Demildest dest ji êrişên xwe yên li ser vîna gelê kurd berde û rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigire.”   Bertekên li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan îro jî berdewam kirin. Komeleyên ziman û wêjekaran bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî nedana mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî, dan.    ‘BINPÊKIRINA HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ YE!’   Di daxuyaniyê de hat gotin desthilata AKP û MHP’ê bi destê Wezareta Dadê dek û dolaban digerîne û vîna gelê kurd binpê dike. Saziyan, destnîşan kirin ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê wekî Wanê bi bi rêjeyeke zêde namzetên xwe hilbijartine. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gelê Wanê li dijî rejîma talanker, rejîma zilm û diziyê, rejîma qeyûman helwesta xwe da der û bi rêjeyeke gelekî zêde hevşaredarên xwe hilbijart. Lê belê desthilata ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê têk şikiya û li Wanê tu şopên wê neman, vîna gelê kurd tehemul nekir û bi rê û rêbazên talanê, bi binpêkirina hemû hiqûq û qanûnan dest danî ser mazbataya Hevşaredar Abdullah Zeydanî û mazbataya wî da namzetê xwe yê ku tenê ji sê paran yek dengan wergirtibû. Pir eşkere û zelal e ku ev, binpêkirina vîna Wanê, tunehesibandina vîna Kurdistanê û binpêkirina nirxên demokratîk e.   LI HEMBER TALAN Û ZILMÊ RABIN   Em saziyên zimanê kurdî û wêjeya kurdî, em vê neheqiyê, vê talankirin û vê zilmê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin demildest divê vîna gele kurd esas bê girtin. Her wiha em bang li hemû pêkhateyên civakê, raya giştî û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi awayekî demokratîk li hember vê talan û zilmê rabin; ji lew re ev ê Tirkiyeyê ber bi karesateke mezin ve bibe.    Em saziyên ku navên wan li jêr diyarkirî ne, careke din piştgiriya xwe ya ji bo gelê Wanê dubare dikin û diyar dikin ku ev neheqî û zordarî li tevahiya gelê kurd hatiye kirin û ev yek ji wan polîtîkayên qirkirin, tunehesibandin û talanê ye ku heta roja îro li ser ziman û çanda kurdan û li ser hebûna wan hatiye meşandin.    Em bang li desthilatê dikin ku qethiyen em vê yekê qebûl nakin û demildest dest ji êrişên xwe yên li ser vîna gelê kurd berde û rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigire.   * Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed   * Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol   * Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê - Îzmîr   * Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê - Sêrt   * Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feradê - Semsûr   * Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî - Êlih   * Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed   * Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Wan   * Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek - Cizîr   * Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê - Enqere   * Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed   * Kovara Destar - Amed.”