Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê 2024-04-03 15:38:20 WAN - Li Wanê piştî axaftinên hatin kirin deh hezaran kes ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ve dest bi meşê kirin. Piştî ku polîsan êriş kir hemû kolanên bajêr veguherîn qada berxwedanê.    Li ser nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate hilbijartin îro bi tevlibûna deh hezaran daxuyaniyek hate dayîn. Piştî daxuyaniyê deh hezaran kes ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ya li Edliyeya Wanê ve dest bi meşê kirin.    Polîsan li ser Cadeya Mereşê bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girseyê kirin. Li ser vê yekê hemû kolanên bajêr veguherîn qada berxwedanê.