Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin 2024-04-03 16:02:01 ENQERE - Yek ji hunermendên kurd ê bi nav û deng Ciwan Haco, têkildarî xespa vînê ya li Wanê li ser hesaba xwe ya X’yê wiha got: “Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin.”   Yek ji hunermendên kurd ê bi nav û deng Ciwan Haco têkildarî nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin li ser hesaba xwe ya X’yê bi kurdî peyamek parve kir û bertek nîşan da.    Haco, di bin wêneyê 14 şaredariyên ku DEM Partiyê wergirtin de wiha got: “Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin. Bijî Kurdistan, bijî Wan!”