Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin! 2024-04-03 16:52:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Protestokirina hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê berdewam kirin. DEM Partiyî û hêzên demokrasiyê li gelek bajaran daketin kolanan û bang li îktîdarê kirin ku dev ji “darbeya sivîl” berde.    Li ber Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan “Kêmîna siyasî” hate danîn û mazbataya wî nehate dayîn. Li ser vê yekê ji duh ve xelkê Wanê li ser pêya ye û li kolanan çalakiyên protestoyî li dar dixe. Li gelek bajarên cuda jî rêxistinên DEM Partiyê û hêzên demokrasiyê piştgirî dan xelkê Wanê. Di daxuyaniyan de hate gotin ku divê rêz ji vîna gel re bê nîşandan û bang li AKP’ê hate kirin ku ji xeletiya xwe vegere.      EDENE    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê bi daxuyaniyeke bertek nîşanî hewldana xespkirina îradeya gelê Wanê dan. Daxuyanî li pêşiya Parka Înonû hate dayîn û pankarta “Abdullah Zeydan vîna gelê kurd a hilbijartî ye”, “Biaxive! Tu jî ku derê yî!” û “Bila dawî li siyaseta qeyûman were! Em rê nadin zilma qeyûman” hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Bijî berxwedana Wanê” û “Dê qeyûm biçin, em ê bimînin” hatin berzkirin.   ‘RÊZÊ JI BO ÎRADEYA WANÊ BIGIRIN’   Daxuyaniya hevpar a ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê hatibû amadekirin ji hêla Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş ve hat xwendin. Ataş, wiha bang li îktîdarê kir: “Ji bo îradeyê gelê Wanê rêz bigirin.”   Ataş, da zanîn ku bi biryara wergirtina mafên qedexekirî yên Zeydan, îradeya gelê Wanê tune hatiye hesibandin û hat gotin ku bi vî awayî feraseta qeyûm tê domandin. Ataş, wiha bang kir: “Em wek Hêzên Ked û Demokrasiyê bang li desthilatê dikin ku dorpêça polîsan a li Wanê demildest rakin, ji îradeya gelê Wanê ya ji sindoqan derketiye re rêz bigirin. Em banga hestiyariyê raya giştî ya demokratîk û muxalefeta civakî dikin.” Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Girse piştî daxuyaniyê bi çepikan ber bi avahiyê DEM Partiyê ve meşiya.   ÇEWLIG   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Çewligê jî bi dxuyaniyekê darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê protesto kir. Girse, ji pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar heta xaçerêya PTT’ê meşiya. Di meşê de girseyê li çepikan xist, li fîtikan dan û gelek caran dirûşma “AKP a diz dest nede îradeya me” berz kir. Beriya daxuyaniyê, girseyê pankarta “Ji bo demokrasî û aştiya civakî dest nede îradeya gel” hate vekirin.    ‘EM ZÎHNIYETA XESPKER RED DIKIN’   Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku li vir axivî û wiha got: “Abdullah Zeydan ji hêla îradeya gel ve hate hilbijartin lê bi destê hiqûqê li dijî wî darbe hate kirin û ji peywirê hate girtin. Em vê zîhniyeta xespker red dikin.”    ‘ÎRADEYA XELKÊ WANÊ BI FERMANAN TÊ XESPKIRIN’   Li ser navê plaftormê jî Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Çewligê Mûrat Korlaelçî daxuyanî da. Korlaelçî, da zanîn ku Abdullah Zeydan bi rêjeyeke ji sedî 55’ê hatiye hilbijartin û wiha domand: “Îktîdar ku bi sala ye vîna xelkê herêmê tune dihesibîne, careke din serî li derhiqûqtiyê da. Em bang li îktîdarê dikin ku rêzê ji bo îradeya gel bigire, mafê hilbijartinê yê demokratîk binpê neke, îtîrazên li dijî binpêkirinên mafan bibihîse û dawî li bêhiqûqtiya dawî bîne.”    XARPÊT   Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî bi daxuyaniyekê li xespkirina îradeya xelkê Wanê protesto kir. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hate dayîn û dirûşma “Bijî berxwedana Wanê” hate berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Alî Yildirim beriya daxuyaniyê axivî û wiha got: “Ev sepan, berdewamiya polîtîkayên qeyûm a îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ye.”    Namzetê hevşaredariyê yê Xarpêtê Hayrettîn Kaya daxuyanî xwend û wiha got: “Bi sala ye di her firsendê de ev îktîdara siyasî qala îradeya neteweyî dike. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li dehan navendan hêzên ewlekariyê weke hilbijêr hatin veguhestin û bandor li encamên hilbijartinê kir. Hêj bi ser hilbijartinan re rojek derbas nebûbû ku bi operasyoneke plankirî, bi destê Wezareta Dadê li dijî îradeya gel kêmîn hate danîn. Vê xespkirina îradeyê baweriya civakê ya bi demokrasiyê bi temamî ji holê radike. Banga me ji bo daraza ku bûye saziyeke AKP’ê ev e; ev mudaxileya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê, xespkirina îradeya gel e û bi awayeke eşkereyî li dijî îradeya gel darbeyeke sivîl tê kirin. Tavilê ji vê xeletiya xwe vegerin.”   DÎLOK    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî li dijî hewldana darbeya AKP’ê ya li Wan û Curnê Reş, daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Balikli ya navçeya Şahînbeyê hate dayîn û pankarta “Ji bo îradeya gel û aştiya civakî dest nede îradeya gel” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) yê Dîlokê Omer Parlak axivî û wiha got: “Yên ku pêşiya hilbijartinê digotin demokrasî, dema ku di hilbijartinê de encama li gorî dilê wan derneket, dest bi xebatên xespkirina îradeyê dikin.”     Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bi dawî bû.    OSMANIYE    Rêxistina DEM Partiyê ya Osmaniyeyê jî li avahiyê partiya xwe de daxuyanî da. Gelek rêveber û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Ji rêveberên partiyê Celal Korkmaz bang li îktîdarê kir ku rêzê ji bo îradeya gelê kurd bigire û wiha got: “Em vê darbeya siyasî bi tu awayî qebûl nakin.”