Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike 2024-04-03 23:16:48   WAN – Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan ku di pîrozbahiya berxwedanê axivî, got: "Êdî wê nikaribin xespkirina vîna we bînin bîra xwe jî" û Hevşaredar Neslîhan Şedalê jî got: "Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin."    Bi deh hezaran kesên hatin ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr, dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" berz kirin. Ji ber ku cih li ber avahiya partiyê nema, partiyê otobusa hilbijartinê bir Kolana Cumhûriyetê. Ji ber ku otobus pêş ve neçû, zêdetirî 500 hezar kes li Qada Beşyaylayê kom bû. Piştî ku ev de rjî têra girseyê nekir, vê carê girse çû Parka Mûsa Anter. Bi sed hezaran kes vê carê bi lingan çû parkê. Girseyê li vir dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kir.    Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal li vir axivî. Şedalê got: "Ev serketin a we ye, ev berxwedan a we ye, pîroz be. Piştî vê berxwedanê kî dikare hewl bide vîna we xesp bike. Ji niha û pê ve dê tu kes nikaribe vîna we xesp bike. Ev berxwedan tenê ne bidestxistina şaredariyê ye. Ev berxwedan, diyareke mezin e ji bo hevalên me yên girtî. Ev serketin di heman demê de serketina wan e jî. Ên bi serketin ciwan bûn û a bi se rket ruhê 'jin, jiyan, azadî' bû.  Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin."    Paşê Hevşaredar Abdûllah Zeydan axivî. Zeydan jî got: "Warê rûmet, şeref û heysiyetê ye Wan. Axirê em zarokên vî gelê birûmet in. Me ji leşxurên ku çav berdabûn vîna vî gelîr e tiştek gotibû. Gelê me, rûmeta xwe li hemberî hemû êrişan parast. Me gotibû, em nehêlin leşxur rûmeta xwe bixwin. We tevî hemû zextan û tevî hemû sozên pereyan jî nîşan da ku gelê kurd xwedî rûmeteke çawa ye. We bidestxistina her 14 şaredariyan peyamek da cîhanê."    Zeydan di dawiya axaftina xwe de got: "Êdî wê nikaribin xespkirina vîna we bînin bîra xwe jî."