‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e' 2024-04-04 09:04:04 STENBOL - Jinên ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "jinûve vejîna gelê kurd" bi nav kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşînê derkevin.   Wê bi boneya 75 saliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke “mutlaq” de tê girtin û 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê meşek bê lidarxistin. Kurdên ku her sal di 4'ê Nîsanê de bi meşên wekî "Rêwîtiya ber bi rojê" û "Azadî ji rojê re" berê xwe didin gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, li her derê daran datînin.    Xizmên girtiyan û jinên li Stenbolê beşdarî Nobeda Edaletê ya bi dirûşmeya "Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka kurd re" bûne, 4'ê Nîsanê wekî "jinûve vejîna gelê kurd" bi nav kirin.    ‘ROJBÛNA GELÊ KURD E JÎ'   Ji xizmên girtiyan Fînce Akmanê ji bo 4'ê Nîsanê got "Rojbûna gelê kurd e." Akmanê wiha domand: “Abdullah Ocalan, di hundirê zinarekî mezin qewart û peywira temamkirina vî zinarî da gelê kurd. Li tu devera cîhanê kesekî wekî Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û welatê xwe li ber xwe nedaye. Divê em layiqî vê ronahiyê bin ku daye me. Îro ez li Stenbolê bi rihetî nasnameya xwe ya kurdewarî îfade bikim. Sebea vê jî, serwextbûyîna ku Abdullah Ocalan li me peyde kiriye. Heger ne ew bûya, belkî ez li Stenbolê wekî keseke tirk û ji nasnameya xwe dûr bijiyama. Ji ber vê yekê, rojbûna wî ji bo gelê kurd watedar û girîng e."    ‘JIN DEYNDARÊ ABDULLAH OCALAN IN'   Emîne Aslan a ji bo piştgiriyê beşdarî Nobeda Edaletê bûye diyar kir ku wê ji Pirsûsa Rihayê koçî Stenbolê kiriye. Aslanê diyar kir ku piştî kurê wê Mustafa Aslan (Denîz Cûdî) di 11'ê Tîrmeha 2014'an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye hatiye Stenbolê û got ku ew bi salan beşdarî meşên ber bi Amarayê ve bûye û ji kesên hatin re jî mazûvanî kiriye. Aslan wiha pê de çû: “Dewletê her sal hewl da ku pêşî li van meşan bigire, lê gel ji bo vê yekê canê xwe feda kir. Gelê kurd tevî hemû astengiyên dewletê jî 4'ê Nîsanê pîroz kir. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd pir girîng e. Ji ber hindê 4’ê Nîsanê di heman demê de rojbûna gelê kurd e jî." Aslanê anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo jinan jî têkoşiyaye û wiha got: “Pir rê li ber jinan xist. Niha em serbest li qadan dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî'yê berz kirin. Ev jî bi saya Abdullah Ocalan e. Lewma em deyndarê wî ne. Her tim pêşî qîmet daye jinê. Jinê serwext kiriye. Lewma 4’ê Nîsanê ji bo jinan bûye vejîneke nû."    ‘NETEWEYEK ŞIYAR KIR'   Ji xizmên girtiyan Saîme Tangûçê jî diyar kir ku gelê kurd bi Abdullah Ocalan re nasname û zimanê xwe nas kiriye û got: "Eger ne ji Abdullah Ocalan bûya, gava ez 53 sal berê hatim Stenbolê, ez ê bûbûma jineke ku ji nasnameya xwe û zimanê xwe şerm dike. Dema ez 10 salî bûm, ez hi dêya xwe re çûm bazarê û ez li wir rastî berteka 'ger bit irkî nizanibî neaxive' hatim. Ev bi vê vederkirinê mezin bûm. Lê ji ber ku birêz Ocalan em ji vê xewê şiyar kirin, ez deyndar û minetdarê wî me."    Nafîa Kaya ku Nobeda Edaletê ziyaret kir got: “Pêwîst e hemû kurd xwedî li Ocalan derkevin. Ji ber ku wî xelkekî razayî şiyar kir. Bi saya wî me xwe nas kir. Berê me ji xwe re digot 'kurmanc', lê niha em ji xwe re dibêjin 'kurd'. Berê ji tirsa me nedikarî bi zimanê xwe bipeyive. Niha ew ji me ditirsin."   ‘PARÇEYEKE TÊKOŞÎNÊ'   Ji xizmên girtiyan Hûrînaz Tayê jî bi bîr xist ku zêdeyî 3 sal in tu xeberê ji Abdullah Ocalan nagirin û wiha domand: “Li hemberî vê yekê li girtîgehan û li her derê çalakî berdewam dikin. Gelê kurd li her derê têdikoşe. Têkoşîna gelê kurd girêdayî hev e. Pîrozkirina 4'ê Nîsanê parçeyek ji têkoşîna me ye û ji ber vê jî tê pîrozkirin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li vê têkoşînê derkevin.”