Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir 2024-04-04 11:14:27   WAN - Welatiyên ku li Wanê li dijî xespa vînê bi berxwedanê bi ser ketin, di saetên serê sibê de dest bi paqijkirina cade û kolanên bajêr kirin.    Li ser nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke Hevşaredarê Bajarê Mezin hate hilbijartin, gelê Wanê li ber xwe da û berxwedana wan encam girt. Piştî ku biryara dayîna mazbatayê hate dayîn bi tevlibûna sedhezaran kesan pîrozbahiyan dest pê kirin.    Piştî berxwedana du rojan li gelek noxteyên bajêr çop ketibûn ser hev. Li gelek cihan jî bermahiyên barîkatan ên weke kevir, stûn û panoyên reklamê man. Şeniyên bajêr îro dest bi paqijkirina kolan û cadeyan kir.    ‘EM QEYÛM NAXWAZIN’    Yek ji dikandarên ku paqijiyê dike Mesût Gul wiha got: “Me hilweşand em ê paqij bikin. Me weke dikandaran ji bo bertekê nîşanî xespkirina vîna xwe bidin du rojan derabe girtin. Em îro jî kolanên xwe paqij dikin. Em ji encama vê berxwedanê gelek keyfxweş in. Em feraseta qeyûm li bajarê xwe naxwazin.”   Dikandar Ahmet Şen jî wiha got: “Em ji bo partiya xwe paqijiyê dikin. Em hewl didin ji gel û partiya xwe re bibin alîkar. Şaredarî êdî li cem me ye û em ê bajarê xwe paqijtir bikin. Me ji bo li cem berxwedana gelê xwe bin du rojan dikanên xwe girtin. Em niha paqijiyê dikin. Em bi berxwedana gelê xwe û sekna partiya xwe gelek birûmet in.”   ‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’    Esnafekî din Sîmar Işik jî destnîşan kir ku dê her tim xwedî li vîna xwe derkevin û wiha got: “Ji ber ku şaredarî ya me ye, me bi xwe hilweşandin û em bi xwe paqij dikin. Em niha gelek keyfxweş in. Her tişt ji bo welatekî azad e.”