YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse 2024-04-04 11:48:12   ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener dê hinceta biryara xwe ya têkildarî paşvedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî îro ragihîne.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dê hinceta biryara xwe ya têkildarî paşvedayîna mazbataya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî, îro binivîse.    Serokê YSK’ê Ahmet Yener dema ketî lijneyê, li ser pirsa rojnamegeran got ku dê hinceta biryarê îro binivîsin.    Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê li ser îtîrazê, mazbataya Zeydan dabû namzetê AKP’ê. DEM Partiyê li dijî li YSKê îtîraz kiribû û îtîraza wê hatibû qebûlkirin. YSK’ê biryar dabû ku mazbataya Zeydan were dayîn.