Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî 2024-04-04 12:51:34   WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekîr Kaya, bi peyama ji girtîgehê şand serkeftina gelê Wanê pîroz kir û got: “Gelê Wanê bi vê berxwedanê rêyeke nû ji siyaseta Tirkiyeyê re vekir û ji bo gelên li ber xwe didin bû hêvî.”   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekîr Kaya ku piştî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wî hate kirin û di 18’ê mijdara 2016’an de hate girtin têkildarî berxwedana li dijî darbeya hilbijartinê ya li bajêr peyamek şand. Kaya yê li Girtîgeha Sîlîvriyê dîl girtî ye, destnîşan kir ku bidesxistina 14 şaredariyên li Wanê serkeftineke dîrokî ye.    Kaya, wiha got: “Em we hemûyan ji dil û can silav dikim û li ber berxwedana we û rûmeta we daye me bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Di şeva 31’ê Adarê de hûn wisa xweşik disekinîn ku tu tişt têra vegotina wê hesta ku me jiyayî nekir. Weke hevşaredarekî ku xwedî rûmeta xizmetkirina we, ez vîna we ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi milyonan caran silav dikim. Bi vê boneyê di serî Hevşaredarên me yên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan hemû hevşaredarên me pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”   ‘ÊDÎ KES DÊ NIKARIBE XWE NÊZÎ TIŞTEKE WIHA BIKE’    Kaya, bi lêv kir ku gelê kurd di 31’ê Adarê de beyaneke mezin a vînê daniye holê û wiha berdewam kir: “Di 31’ê Adarê de wer serkeftineke ku tu bajêr nikaribin bi dest bixin, web i dest xist û careke din vîna gelê kurd ji dost dijmin herkesê re îspat kir. Me dizanî li dijî vê serkeftina we hinekan beriya çend mehan ‘bi kemîneke mixenet’ plan çêdikirin ku dest deynin ser vîna we. Helbet ji bo kesên rûyê we nîne derkevin nava gel e plana herî baş ev bû. Lîstikên mixenet yên van kesên hemû nirxên exlaqî, mirovî û wijdanî ji dest dane, li pêşberî berxwedana gelê Wanê têk çûne û ber bi sergoyê dîrokê ve hatine şandin. Bila were zanîn ku êdî tu hêz dê newêre vîna we xesp bike.”   ‘GELÊ WANÊ RÊYEKE NÛ JI SIYASETÊ RE VEKIRIYE’    Di berdewamiya peyama Kaya de ev tişt hatin gotin: “Ji bo ku du rojan bi hemû rûmeta xwe xwedî li vîna xwe derketin ji we hemûyan re spasiyên xwe pêşkeş dikim. Gelê me yê Wanê hem ji feraseta qeyûm re hem jî ji kesên weke sîqalkan di nava bendewariyekê de bûn derseke dîrokî dan. Gelê Wanê bi vê berxwedana xwe rêyeke nû ji siyaseta Tirkiyeyê re vekiriye û ji bo hemû gelên li ber xwe didin bûye hêvî. Bila serkeftina we pîroz be. Silav ji kesên ku ji bo vê serkeftinê ked dan, têkoşiyan û bi şev û roj hêvî afirandin re. Ev serkeftin; serkeftina ciwanan, jinan û kesên li ber xwe didine. Niha dema ku hevşaredarên me ji we gelê me yê birûmet re xizmetê bikin e. Ji bo ku we em ji sibeyeke tejî bi hêvî re hişyar kirin minetdar im. Ez bi kelacan im ku em ê di rojên xweş de hev bibînin. Bijî berxwedana Wanê.”