DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye? 2024-04-04 13:32:00   ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî penaberê bi navê Elî Welî ku radestî cendirmeyan hatiye kirin û piştre ketî destê kesên nasnameyan wan nediyar pêşnûmepirs da Meclisê û ji wezîr Alî Yerlîkaya ev pirs kir: “Gelo haya we ji dîmenên îşkenceyê yên Elî Welî heye yan na?”    Penaberê bi navê Elî Welî (17) di 12’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate tehliyekirin û piştre ji bo dersînorkirinê bibin Navenda Paşveşandinê radestî cendirmeyan hate kirin. Çendek roj piştre jî hinek kesên birûpoş dîmenên kêliya îşkencekirina Welî ji malbata wî ya li Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şandin.    Di dîmenên behsa xeberê de kesên nasnameya wan nediyar gef li malbatê xwarin ku heke bavê Elî Welî xwe radestî wan neke dê endamên malbatê û Elî Welî bikujin.    Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî bi pêşnûmepirsekê rewşa Elî Welî xist rojeva Meclisê.    Temellî, di pêşnûmepirsê de xwest Wezîrê Karên Hundir bersiva pirsên wî bide.    BI HEJMAREJKÎ TELEFONÊ YA AYDÊ TIRKIYEYÊ LI MALBATÊ GERIYANE   Temellî, di pêşnûmepirsê de wiha got: “Di dîmenên li ser çapemeniyê hatin parvekirin de tê dîtin ku îşkence li Elî Welî tê kirin. Her wiha di dengê hatiye weşandin de ev kesên nasnameya wan nediyar li ser hejmareke telefonê ya aydê Tirkiyeyê li malbata Elî Welî ya li Qamişloyê ya Sûriyeyê digerin û gefan lê dixwin. Di qeydê de ev kes bi tirkî diaxive û ji dayika Elî Welî re dibêje; ‘Ez ê tevahiya malbata te bikujim. Dê hevjînê te di nava hefteyekê de li vê telefonê bigere. Tu rêyên din nînin. Wextê min pir e. Ji hevjînê xwe re bibêje êdî edalet û hiqûq tune ye. Heke hûn bixwazin biceribînin, xwe hefteyekê bigirin û bibînin bê ka dê çi bi kurê we bibe.’ Bi van gotina gefa kuştina Elî Welî xwarin ku îşkence lê dikin. Xuyaye ku rayedarên saziyên têkildar ên Tirkiyeyê berpirsyartiyên xwe bi cih ne anîne.”    Temellî, bi daxwaza bersivandinê ev pirs ji Yerlîkaya kir:   *Haya we ji ciwanê bi navê Elî Welî heye ku piştî ji Girtîgeha Erzînganê hatî tehliyekirin êdî tu agahî jê nehatin girtin? Gelo çi îxbarên windabûnê ji bo wezareta we hatine yan na?    * Elî Welî ku ji bo bibin Îdareya Koçberiyê radestî cendirmeyan hatibû kirin birine ku? Heke ji bo şandina Sûriyeyê bibirin Navenda Paşveşandinê, wê demê ev kîjan Navenda Paşveşandinê ye? Çima malbata wî nehatiye agahdarkirin?    *Heke Elî Welî ji Navenda Paşveşandinê hatibe dersînorkirin, wê demê prosedûrên qanûnî hatine cîbicîkirin an na? Gelo biryara dersînorkirin tevî hincetên wê ji nûnerê qanûnî yê Elî Welî û parêzerê wî re hatine şandin an na?    *Gelo haya we ji dîmenên îşkencekirina Elî Welî yên li ser çapemeniyê hatine parvekirin heye yan na? Gelo têkildarî îşkencekirina penaberekê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de û gefên li malbata wî hatine xwarin de çi hewldanên we çêbûn?    *Gelo têkildarî derheqê Îdareya Koçberiyê û Navenda Paşveşandinê ya Erzînganê de we çi lêpirsîn dayîne destpêkirin an na?”