Rojnamevan Alataş dê li ser gora xwe bê bibîranîn 2024-04-04 15:05:54   EDENE - Metîn Alataş ê beriya 14 salan li Edeneyê hate qetilkirin, dosyaya wî ya lêpirsînê hate girtin û dosyaya wî kete nav kiryarên nediyar, dê sibê li ser gora xwe bê bibîranîn.    Di 4’ê Nîsana 2010’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Metîn Alataş hatibû qetilkirin. Di ser mirina Alataş re 14 sal derbas bûn. Piştî Alataş hatibû qetilkirin, cenazeyê wî li nav baxçeyê porteqalan hatibû dîtin û hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye û ji ber vê lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bûbû. Wekî ya bi hezaran kurdan aqûbeta Alataş jî ket ber “kiryar nediyaran”. Di rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê ve hate dayîn de mirina Alataş weke “întîhar” derbasî qeydan bû.    Alataş di 22’yê kanûna 2009’an de li ber rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Bajêr ji aliyê 5 kesên nasnameya wan nediyar ku ji wesayîta bi pîlaqeya 01 SD 443’yan peya bûn ve hate revandin, hate derbkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi neşopandinê encam bû û cenazeyê Alataş piştî 3 mehan bi dareke porteqalê ve hate dîtin.    Alataş dê sibê saet 12.00’an de ji aliyê malbat û hevalên xwe yên rojnamevan ve li Goristana Kuçukobayê li ser gora xwe were bibîranîn.