Qeyûmê Peyasê 5 neguhêzbar dewr kirin 2024-04-04 16:09:01   AMED - Qeyûmê Şaredariya Peyasê beriya hilbijartinên herêmî Pirtûkxaneya Gel, Pirtûkxaneya Milet û 3 Eywanên Xwendinê yên cuda dewrî Miduriyeta Çandê ya Bajêr kirin.    Şaredariya Peyasê ya Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, beriya hilbijartinan neguhêzbarên şaredariyê dewr kirin. Şaredariyê Pirtûkxaneya Gel, Pirtûkxaneya Milet û 3 Eywanên Xwendinê yên cuda dewrî Miduriyeta Çandê ya Bajêr kirin.    Miduriyeta Karên Civakî û Çandî ya şaredariyê ku em lê geriyan, piştrast kir ku dewrkirin hatiye kirin.