CHP’iyê li dijî namzetê DEM Partiyê îtîraz kirî ji partiya xwe hat îxrackirin 2024-04-04 16:41:29   WAN - Davut Acar ê DEM Partiyî weke hevşaredarê Seravê hate hilbijartin û rêveberê CHP’ê yê navçeyê jî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bi daxwaza “bila were lêkolînkirin ka dikare bibe namzet an na” îtîraz kir. Rêveberê CHP’î ji partiya xwe hate avêtin.    Davut Acar ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke Hevşaredarê Serav a Wanê hate hilbijartin. Rêveberê CHP’a Seravê Yasîn Arslan jî bi daxwaza “bila were lêkolînkirin bê ka dikare bibe namzet an na”, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Li ser vê yekê Arslan ji partiya xwe hate avêtin. Biryar, bi piraniya dengên Serokatiya CHP’a Wanê hate dayîn.    Di hilbijartinê de DM Partiyê ji sedî 51’ê dengan û CHP’ê jî ji sedî 21’ê dengan standibû.