Qeyûmê ku ji wezaretê destûra girtina karkeran xwestibû, piştî hilbijartinê xwest destûr were betalkirin 2024-04-04 17:07:12   ÎDİR- Qeyûmê Şardariya Îdirê ji bo karkeran bigire kar destûr ji wezaretê xwestibû, dema ku Dem Partî di hilbijartinê de şaredarî bi dest xist ji bo destûra ku wezaret daye serlêdana “hewcehî pê nema” kir.    Qeyûmê Şaredariya Îdirê beriya hilbijartinê (7’ê adarê) ji bo karkeran bigire destûr ji Midûrtiya Giştî ya Rêveberiyên Xwecihî ya girêdayî Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê xwest. Midûriyetê daxwaza qeyûm di 22’yê adarê de erênî bersivand.   DEMA DEM PARTÎ BI SER KET DAXWAZÊ VEKIŞAND   Qeyûmê ku destûra girtina karkeran ji wezaretê girtiye, xwe li benda hilbijartinan girt. Dema ku qeyûm dît şaredarî ket destê DEM Partiyê, vê carê jî lez û bez serî li Midûrê Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê kir û got ku hewcehî bi girtina karkeran nema. Qeyûmê ku dijminatiya DEM Partiyê kiriye ji wezaretê bersiveke çawa girt nehat zanîn.