Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e 2024-04-05 09:02:14   STENBOL - Endamê ÇHD'ê Guçlû Sevîmlî ku girtina ji ber pereyên ji girtîgehê re tên şandin wekî "derî aqilan" nirxand, got: "Qanûna Der Barê Pêşîgirtina Fînasmana Terorîzmê, têkildarî 'fînansmana rêxistinê ya navneteweyî' ye, lê pereyên ji girtîgehan re tên şandin hemû di bin kontrola dewletê de ne."    Hatîce Yildiz a 75 salî ji ber ku pere ji keça xwe ya girtî û hevalên wê re şandibû, bi îdiaya "fînasnkirina rêxistinê" 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî erêkirina cezayê wê di 23'yê Adarê de hatibû girtin. Bertekên li dijî vê didomin.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Guçlu Sevîmlî mijarê nirxand.    ASTA BÊHIQÛQÎTIYÊ   Sevîmlî anî ziman ku ji ber ku Yildiz nexweş e û şert û mercên "Qanûna Pêşîgirtina Fînansekirina Terororîzmê" pêk nehatine, du aliyên bêhiqûqî yên vê dozê hene û got ku di şert û mercên bi vî rengî de darizandin nayê kirin. Sevîmlî destnîşan kir ku ev qanûn ji bo Yildizê nabe cihê tawanbariyê û got ku ev qanûn ji bo kesên pereyan dişînin girtîgehê ne derbasdar e.    Sevîmlî got: "Qanûna Der Barê Pêşîgirtina Fînasmana Terorîzmê, têkildarî 'fînansmana rêxistinê ya navneteweyî' ye, lê pereyên ji girtîgehan re tên şandin hemû di bin kontrola dewletê de ne."    ARMANC ÎZOLEKIRIN E   Sevîmlî anî ziman ku li gorî rêziknameyê girtî nikariun pereyan wergirin û got ku pereyê tê şandin jî dikeve hesabê girtîgehê û hemû di bin kontrola dewletê de ne. Sevîmlî bilêv kir ku armanca pêkanîneke bi vî rengî bi temamî îzolekirina girtiyan e û got: "Vê dibêjin; bila tu kes piştgiriya girtiyên siyasî neke, pereyan ji wan re neşînin û bi temamî ji derve bên îzolekirin."    'DIVÊ GILIYÊ BIJÎŞKÊN ATK'Ê BÊ KIRIN'   Sevîmlî bal kişand ser tenduristiya Yildizê û temenê wê û destnîşan kir ku bi vî awayî nikare di girtîgehê de bimîne. Sevîmlî bal kişand ser hêla dozê ya ji ber nexweşînên Yildizê jî û got: "Meseleya girtiyên nexweş li welatê me bi salan e veguheriye lareşiyê. Tê gotin ku nêzî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Bi rastî jî ev hejmareke tirsnak e. Desthilata siyasî girtiyên nikarin di girtîgehê de bimînin bernade. Vê yekê wekî polîtîkayekê bi zanebûnî dike. Tê gotin ku Saziya Tiba Edlî (ATK) çi qas derî zanistê tevdigere û raporên wê li derî etîka tibê ne. Raporên wê yên 'dikare di girtîgehê de bimîne' mînaka vê ne. Ev rapor li dijî etîka tibê ne. Lewma divê giliyê bijîşkên ATK'ê bê kirin."    Sevîmlî destnîşan kir ku girtina ji ber şandina pereyan li dijî hiqûqê û wijdanê ye û bang li hemû rêxistinên hiqûqê kir ku di vî warî de hestiyar bin.