Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin 2024-04-05 09:23:54 ÎZMÎR - Zanyarê Siyasetê Sînan Onal diyar kir ku AKP hewl dide li herêma Garê zemîna êrîşeke nû biafirîne û got ku ev plan jî wê ji ber têkçûna hilbijartinên 31'ê Adarê û krîza aborî bişikê. Hilbijartinên 31’ê Adarê bi dawî bûn. AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP, di hilbijartinên xwecihî de li tevahiya welêt rayên xwe pir kêm kirin û gelek şaredarî ji dest wan çûn. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya şeva hilbijartinê de diyar kir ku wê êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin.   Rayedarên AKP'ê, beriya hilbijartinê çend serdan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe kirin. Di daxuyaniyên der barê hevdîtinan de jî işaret bi êrişên nû hat kirin.   Zanyarê Siyasetê Sînan Onal, planên êrişên nû yên AKP'ê û MHP'ê û bandora hilbijartinê ya li ser vê rewşê nirxandin.   Onal diyar kir ku Tirkiye li dû "xeyalên Osmanîtiyê" ye û wiha got: "Tirkiye dixwaze li Sûriye, Iraq û Kurdistanê hegemonyaya xwe ava bike. Utopyayeke wiha heye. Tirkiye ji bo pêkanîna vê xwest ji nakokiyên di nava NATO û Şengayê de sûdê wergire. Bi awayekî fermî endama NATO'yê ye, lê wekî ne endama wê be tevdigere."   PLANA DAGIRKIRINÊ   Onal destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê encam negirtine û wekî çareya dawîn jî bi rêya hevdîtinên dîplomatîk êrişeke nû armanc dike û got ku dibe ku cihê êrişên nû Garê be. Onal wiha berdewam kir: "Dixwazin li ser Başîqa û Mûsila ku berê hatibû dagirkirin, serweriya xwe bi dest bixin. Ji bo rewakirina vê yekê bi Îran û Iraqê re hevdîtinan dikin. Iraqê bi avê û çeteyên ku wan ew perwerde kirine tehdîd dike. Bi soza beramberî Rêya Hevrişimê rêyeke nû û şandina petrol û gazê ya di ser Tirkiyeyê re vîzeya dagirkirin çêdike. Di vê çarçoveyê de, rayedarên îstîxbaratê û leşkeriyê yên Tirkiyeyê, li Iraq û Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Heyetên ji Iraq û Başûrê Kurdistanê jî hatin Enqereyê. Hevdîtin wê di 22'yê Nîsanê de jî dewam bikin. Civîna Qesra Spî ku bi salan e lobiya wê dikin jî, wê di 9'ê Gulanê de pêk bê. Li vir wê dagirkirina başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gengeşe bikin."   ‘DIBE KU PDK DI HILBIJARTINAN DE QERTA SOR BIXWE'   Onal li ser têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re jî got, têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re li dijî destûra bingehîn a Iraqê ne. Onal da xuyakirin ku PDK naxwaze bikeve hilbijartinên ku wê li Herêma Kurdistana Federe bên kirin û got: "Eger bikevê îhtîmala ku çawa li Tirkiyeyê gel qerta sor di 31'ê Adarê de da AKP'ê, ew jî wê qertê bibîne. Gel li dijî vê tevkariyê ye."   Onal destnîşan kir ku polîtîkayên AKP'ê Tirkiyeyê anîne asteke neveger û got: "Ne pêkan e ku ev doktrîn piştî 31'ê Adarê bidome."    Onal destnişan kir ku Erdogan û hikûmeta wî kulek bûne û got: "Di hilbijartinên 31'ê Adarê de rewabûna hikûmeta wî nemaye. Ma wê detshilateke ku rewabûna wê nemabe çi qasî karibe di polîtîkayên şer de israr bike? Tiştên li Wanê qewimîn bi xwe jî nîşan didin ku karê Erdogan û şûrekaya wî ne hêsan e. Muxalefeta Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser mafe bijartinê li hev kirin. Lewma dagirkirina ku bixwaze bike jî wê bişikê."    Onal da zanîn ku di vê pêvajoyê de helwesta gelê kurd wê diyarker be.    MA / Delal Akyuz