Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da 2024-04-05 09:32:32 STENBOL- Endamê MYK'ê yê DEM'ê Mûsa Pîroglû encamên hilbijartinên herêmî nirxandin û got ku "desthilat di sindoqê de ma." Rojnamevan Ercument Akdenîz ji îşaret bi serkeftina DEM Partiyê kir û wiha got: "Gelê kurd li dijî vê pergala yekperest û înkarker vîna xwe nîşan da."  Encamên hilbijartinên 31'ê Adarê yên li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ku cara ewil desthilata AKP'ê qels kirin, tên nîqaşkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di hilbijartinan de têk çû, li Wanê hewl da darbeyeke siyasî bike.    Rojnamevan-Nivîskar Ercument Akdenîz û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû encamên hilbijartinê bandora wê ya li siyaseta Tirkiyeyê nirxandin.    Akdenîz anî ziman ku encama derketiye holê nîşan daye ku desthilat qels bûye û got: “Tifaqa AKP-MHP’ê her roj bi windakirina dengan re rû bi rû dimîne. Vê carê jî hinek beşên civakê yên bindest, bi taybet kesên teqawidbûyî, ciwan û jinan bertekên xwe nîşan dan û neçûn ser sindoqê. Beşek ji wan derbasî Partiya Yenîden Refahê (YRP) bûn. Yanî desthilatê bi xwe zemîna vê têkçûna afirand. Di vê nirxandina min de neçareserkirina meseleya kurd jî heye. AKP'ya ku di sala 2002'yan de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hat ser desthilatdariyê, di vî warî de çend hewldanên wê çêbûn, lê vê îdiaya wê pir dewam nekir."   Akdenîz îşaret bi wê yekê kir ku DEM Partiyê di hilbijartinan de gelekî stratejîk tevdigeriyaye û got ku ev yek hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bi desthilatê daye windakirin. Akdenîz anî ziman ku DEM Partiyê bi "Lihevkirina Bajêr" çeperên girîng bi dest xistine û got ku ev serkeftin ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e.   Akdenîz bi lêv kir ku desthilat fatûreya vê têkçûyînê li kurdan biriye û bal kişand ser axaftina balqonê ya şeva hilbijartinê ya Erdogan û got: "Wekî sedema vê têkçûyînê îşaret bi DEM Partiyê û siyaseta kurd dike."    ‘DIVÊ EM VÊ DESTHILATÊ BIRÛXÎNIN'   Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku ya hilbijartinê diyar kiriye aborî, çewisandin û siyaseta înkarkirinê bûye û got: "Di vê hilbijartinê de xizan, teqawid, ên vederkirî ji xizanî û bêedaletiyê re gotin bisekine. Hêrsek hebû. Ev hêrs li kuçeyê jî baş dihat dîtin. Vê hêrsê di sindoqê de jî rêyek dît. Lê hê tu tişt bi dawî nebûye. Her kes dizane ku heya siyaseta AKP'ê bidome, dê ev hêrs jî mezin bibe. Hêrsê navnîşana xwe dît. Niha jî em mecbûr in vê navnîşanê mezin bikin û li hemberî desthilatê veguherînin têkoşînekê. Divê em vê desthilatê birûxînin."    Pîroglû anî ziman ku Erdogan ji ber ku nikare welat bi rê ve bibe serî li van rêbazan dide û wiha domand: “Erdogan lîstikeke xeternak dilîze, yek ji pêngavên xwe yên dawî dike. Ev tê vê wateyê; ji bo wan ev gava dawî ye, ev hewldana gava mirov berovajî lê mêze bike, ji bo me jî gava dawî ye. Me ew avêt erdê, an em ê wî biqedînin an jî wê rabe û me bi senaryoyeke mîna ya 7'ê Hezîran re rû bi rû bihêle û desthilata xwe ji nû ve bi dest bixe. Ev êdî ne meseleya hilbijartina herêmî ye; ev meseleya ku wê rejîma qesrê bidome yan na. Lewma tişta divê bê kirin ew e ku di dîrokê de bên definkirin."