Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye 2024-04-05 10:02:15   STENBOL - Nûçegihanê me Ferhat Sezgîn dema protestoyên li Esenyûrdê dişopand bi ledanê hatibû binçavkirin. Hate diyarkirin ku difina Sezgîn ê polîsan tundî lê kiribû şikestiye.    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di çalakiyên protestoyê yên li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê de di 3’yê Nîsanê de nûçegihanê me Ferhat Sezgîn bi lêdanê hatibû binçavkirin. Hate diyarkirin ku difina Sezgîn ê polîsan bi lêdanê binçavkiribû şikestiye.    Li gorî agahiyên ku ji parêzerên bi Sezgîn ê li Miduriyeta Polîsan a Bajêr di bin çavan de tê ragirtin hevdîtin kirine hatine wergirtin, dema polîsan bi lêdanê Sezgîn binçavkirine difina wî şikandine.    Hate zanîn ku ji bilî Sezgîn difina endamê Koma Hevra Yûsûf Keleş jî dema binçavkirinê de hatiye şikandin.    Hate diyarkirin ku nûçegihanê me Ferhat Sezgîn, nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Dîlan Şîmşek, nûçegihana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce jî di nav de 86 kes rastî zexta psîkolojîk hatine. Tê payîn ku piştî îro kar û barên îfadeyên kesên di bin çavan de bi dawî bin, dê sewqî edliyeyê bên kirin.