Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye 2024-04-05 10:24:49   ŞIRNEX - Li Hezexa ku yek ji şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistiye, derket holê ku tevî qeyûm ji bo nûkirina şebekeya ava vexwarinê ji Bankaya Îllerê 45 milyon û 647 hezar lîre deyn kiriye jî ev pere ji bo vî karî bi kar neaniye.   Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de hatin kirin de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Hezex a Şirnexê şaredarî bi rêjeya dengan a ji sedî 71,27 ji qeyûm bi paş ve wergirt. Li Şaredariya Hezexê ku du serdem in ji aliyê qeyûm ve tê bi rê ve birin di nava 5 salan de 3 caran qeyûm hate guhertin. Yek ji pirsgirêka bingehîn a gelê navçeyê ku bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin jî ava vexwarinê ya naherike ye.    Mirovên li taxên Yenî Mahalle, Atakent, Tûrgût Ozal, taxên Jêrîn û Jorîn ên navçeyê dijîn, mexdûrên herî mezin ên vê pirsgirêkê ne. Bi salan e ava mirovên li van taxan dijîn bi navber diherike. Bi taybetî di mehên havînê de jinên taxê gelek caran ji ber ku ava wan gelek rojan nedihat ber bi şaredariyê ve meşiyan. Di mehên havîna borî de jinên ku dîsa di destên wan de bîdonên wan û ber bi şaredariyê ve meşiyan li hemberî xwe muxatabek nedîtin.    45 MILYON LÎRE DEYN WERGIRTIYE   Di demekî ku gel ji avê re hesret maye de derket holê ku rêveberiya qeyûm ji bo nûkirina şebekeya ava vexwarinê û qenalîzasyonê ji Bankaya Îllerê 45 milyon lîre deyn girtiye.  Lê ev pereyê ku ji bo nûkirina şebekeya ava vexwarinê û qenalîzasyonê hatiye wergirtin ji bo vî karî nehatiye bikaranîn.    Ji deynê ku ji Bankaya Îllerê hatiye wergirtin 25 milyon û 604 hezar û 358 lîre bi paş ve nehate dayîn. Deynê şaredariyê yê niha jî 41 milyon û 258 hezar lîre ye.