Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin 2024-04-05 10:48:29   ŞIRNEX - Qeyûma Cizîrê Nazli Demîr berî saetekî ku mazbatayê bidin hevşaredarên DEM Partiyî ji perê şaredariyê 30 milyon 41 hezar lîre xerc kir.   Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de li navçeya Cizîra Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket. Hevşaredarên DEM Partiyê Guler Yerbasan Tûnç û Abdurrahîm Durmuş piştî hilbijartinê, ji bo mazbatayên bigirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Lê belê bi hinceta “amade nîn in” mazbata nedan. Mazbatayên Tûnç û Durmuş di 3’yê nîsanê de hatin dayîn.     Derket holê ku saetek berî mazbata werin dayîn, rêveberiya qeyûm 30 mîlyon û 41 hezar û 702,93 lîre xerc kiriye. Li gorî agahiyên bi dest ketine Bankaya Bajaran di 3’yê nîsanê saet 13.30’an de ji bo budçeya meha nîsanê ji hesaba Şaredariya Cizîrê re 62 milyon û 283 hezar lîre razand. Bankaya Bajaran ji budçeya şaredariyê 5 milyon û 202 hezar lîre ji ber “qerê şaredariyê” birî.”   QEYÛM DI SAETEKÊ DE 30 MILYON XERC KIRIN   Ji pereyê ku Bankaya Bajaran hatiye razandin di nava saetekê de ji bo razandinên cuda 30 milyon û 41 hezar û 702,93 lîre pere hate xerckirin. Di nava van xerckirinan de ji bo sotemeniya jeneratora Konaxa Hikumetê 5 hezar û 800 lître sotemeniyê, 241 hezar û 675,56 lîre pere hate razandin. Herwiha ji bo rastkirina serbanê Kursa Biwargeh a Kur’anê ya El Cezerî ya Cizirê  605 hezar û 605, 82 lîre, ji bo çêkirina Mala Şînê ya Koprubaşi 535 hezar û 232,99 lîre, ji bo 14 cure “stendina mal” jî milyonek 381 hezar û 241,30 lîre hate xerckirin. Hat zanîn ku pereyên din ji bo razandina qerên fîrmayên nêzî  AKP’ê hatin xerckirin. Piştî xerckirinan di kasaya şaredariyê de 37 milyon û 33 hezar lîre man. Herwiha hat gotin ku dê ji bo plansaziyên meha nîsanê, 92 milyon û 834 lîre bihata xerckirin.   Piştî sateke ser xerckirinên qeyûm derbas bû, mazbata dan hevserokên DEM Partiyî.    MA / Omer Akin