Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin 2024-04-05 12:50:20   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Ugur Guler, Omer Aydin, Abdullah Solo û Diyar Delîl Yeşîl hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat diyarkirin ku binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê hatine kirin.