Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan 2024-04-05 14:02:28   QERS - Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî mudaxileya li dijî hilbijartinê ya bi rêya “hilbijêrên veguhestî” daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hilbijartina li vê derê weke hilbijartineke mirî za. Dê têkoşîna me ya ji bo betalkirina hilbijartinê bidome.”    Di hilbijartinên 31’ê Adarê yên rêveberiyên herêmî de bi şirîkatiya AKP-MHP’ê bi hezaran “hilbijêrên veguhestî” yên ji polîs û leşkeran pêk dihat, li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê hatin veguhestin. Bi vê yekê re jî bandor li encamên hilbijartinê hate kirin. Li Qersê jî 3 hezar û 842 hilbijêr hatin veguhestin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya DEVA’yê li pêşiya edliyeyê hatin gel hev û daxuyaniyeke hevpar dan.    Li ser navê partiyan, Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Seyfettîn Gonel daxuyanî xwend. Gonel, diyar kir ku îktîdarê hewldana xwe ya ji bo yekser qeyûm tayînî îradeya xelkê Qersê bike domandiye û bi vê yekê re mafê hilbijartinê yê namzetên Qersê hatiye binpêkirin.    Bi domdarî Gonel da zanîn ku kesên di salên berê de qeyûm li şaredariyan tayîn kirin vê carê qeyûm li îradeya gel tayîn kirine û wiha pê de çû: “Ev kesên ku îro ol di nav devê wan de xelas nabe; di vê meha remezanê de weke kesên xwarinê naxwin xuya dikin lê hewl didin mafên me yên ku Xwedê efû nake bixwin.”    ‘XELKÊ WANÊ BERSIVA ZORDESTIYA HATIYE KIRIN DA’    Gonel, got ku dê destûrê nedin heqê wan were xwarin û wiha pê de çû: “Me soz dabû kesên dengê xwe dayîn me û em ji bo wan xebitîn. Em ê niha jî ji bo dengên wan têbikoşin. Em careke din tînin bîra hêzên demokrasiyê û rûspiyên bajar ku qebûlkirina zilmê zilm e û yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin jî şeytanên bêzimanin. Divê çapemenî tiştên ez îdia dikim yekser bipirse û raya giştî bikare li ser nîqaşan bike. Divê ji çêkirina nûçeyan netirsin. Yên li dijî kesên her cureyên diziyê û neheqîkirinê ji xwe re esas digirin bêdeng dimînin divê bizanin ku ev kes têr nabin û dê zilmê li we jî bikin. Bersiva xelkê Wanê nîşanî zordestiyê dayî, careke din nîşan da ku ev put li dijî îradeya gel çiqas biçûk in.”    ‘EV HILBIJARTIN MIRÎ ZA’   Piştre jî Serokê CHP’a Qersê Ulaş Ulutaşdemîr axivî û got ku beriya hilbijartinê li dijî hilbijêrên veguhestî gelek caran îtîraz kirine lê encamek bi dest nexistine. Ulutaşdemîr, wiha domand: “Me tespît kir ku 3 hezar û 800 kes ji bo ‘tetbîqeta zivistanê’ anîne. Ev yek di heman demê de teqabûlê ji sedî 10’ê dengan dike. Di hilbijartinên berê de di navbera partiyan de ferq ji sedî 2 bû lê niha bi veguhestina ji sedî 10’ê hilbijêran bandor li qedera hilbijartinê kirin. Hilbijartina li vê derê mirî za. Têkoşîna me ya ji bo betalkirina hilbijartinê didome.”