Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne 2024-04-05 14:46:19   WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan ên mazbatayên xwe wergirtin, bi girseyeke qelebalix derbasî şaredariyê bûn. Hevşaredaran ev peyam dan: “Ev serkeftin serkeftina gelê me ye. Em jî dê baweriya gelê xwe qet pûç nekin.”   Hewldana xespkirina li dijî vîna gel a li Wanê di encama protestoyên bi hezaran kesên daketina kolanan de bi paş ve gav hate avêtin. Li ser vê yekê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan mazbatayên xwe wergirtin. Şedal û Zeydan ên bi girseyeke qelebalix ji bo wergirtina mazbatayên xwe çûn pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar piştî wergirtina mazbatayan bi girseyeke qelebalix derbasî avahiya şaredariyê bûn.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal wiha got: “Em ê li dijî pirsgirêkên li bajarê me yên heyî bi gelê xwe re biryarê bidin û çareser bikin. Ji ber tevlibûna gelê me spasiyên xwe pêşkeş dikim. Em ê bi hemû dînamîkên me yên civakî bi ser bikevin, ji vê yekê bi bawer im. Serkeftin serkeftina gelê me ye. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû gelê xwe dikin.”   ‘EM Ê XIZMETÊN LAYIQÎ GELÊ XWE HILBERÎNIN’    Zeydan ê pişt re axivî jî diyar kirku bi gel re bi rê ketine û wiha got: “Me ji gelê xwe re gotibû ku em ê 14 şaredariyên xwe ji xespa qeyûmên AKP’ê xelas bikin û bikin şaredariyên gel. Gelê me bi kedek û fedakariyeke mezin ev bi ser xist. Ev serkeftin serkeftina gelê me ye. Em jî dê vê baweriya gelê xwe pûç nekin. Ji bo texrîbata heyî bi dînamîkên bajarên xwe ve ji holê rabikin em ê xizmetên ku bajarê me heq kirine bi xebitîna bi şev û roj bikin. Em ê xizmetên layiqî gelê xwe û bajarê xwe bikin. Em careke din ji ber vê serkeftinê gelê xwe pîroz dikin.”   Hevşaredaran pişt re bi şandeya bi wan re pîrozbahî qebûl kirin.