Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket 2024-04-05 15:38:59   STENBOL - Di 2 avahiyên bi hev re ên navçeya Beyogluyê de şewat derket. Şewata derketiye li xaniyên rex jî girt. Xebatên vemirandina şewatê yên agirkujiyê berdewam dikin.    Di 2 avahiyên ku bi hev re ne yên li kolana Buyuk Kirlangiç a li Taxa Bulbul a navçeya Beyogluya Stenbolê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Li gel agahîdayînê gelek tîmên tenduristî, agirkujî û polîsan hatin li cihê bûyerê. Karûbarên vemirandinê yê agirkujiyê berdewam dike.