Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin 2024-04-05 16:18:08   STENBOL - Di şewata kuluba şevê ya li Beşîktaşê de 29 kes jiyana xwe ji dest dan. Dozger ji 11 kesên şandiye dadgeriyê xwest 9’ê wan bên girtin.    Di avahiyeke li navçeya Beşîktaşa Stenbolê de dema ku tadîlat dihat kirin şewat derket û 29 kes jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin û tevî midûrê kulubê û şirîkên cihê kar 11 kes hatin binçavkirin. Karûbarên îfadeya 11 kesan a li dozgeriyê bi dawî bûn.    Dozger bi daxwaza girtina 9 kes bi îdiaya “biqisûr sedembûna kuştina ji kesekê zêdetir” sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê kirin. 2 bersûcên din piştî karûbarên îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Her wiha hat zanîn ku dê derbarê kesên ku pêvajoya rûxsatdayîn, destûrdayîn kar û şopandina venerînê de peywirdar bûne dê lêkolînkirin were kirin, hemû agahî dê bên komkirin û dê derbarê rayedarên cemaweriyê û şaredariyê de lêpirsîn were destpêkirin.