Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan 2024-04-05 16:31:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê ya li gelek bajaran de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê ya li Wanê hate dayîn.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê mehê jî Nobeta Aştiyê li gelek bajaran li dar xist û bertek nîşanî darbeya hilbijartinê û tundiya polîsan da.    EDENE   Parastvanên mafên mirovan bi pêşengtiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê, çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya vê hefteyê bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî bila tundî bi dawî bibe, rêzê ji îradeya gel re bigirin” li dar xist. Beşdar li avahiya komeleyê hatin gel hev. Di nobetê de hat xwestin ku îktîdar rêzê ji îradeya gel re bigire.    HATAY   Şaxa ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî “Nobeta Aştiyê” bi daxwaza “Ji bo aştiya civakî bila tundî bi dawî bibe, rêzê ji îradeya gel re bigirin” li dar xist. Nobet, li konteynira weke cihê şaxê tê bikaranîn hat lidarxistin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkun Selçuk metna daxuyaniyê xwend. Coşkun bang li îktîdarê kir ku rêzê ji bo îradeya gel a ji sindoqê derketî bigire. Coşkun, wiha domand: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de hat fêmkirin ku tu wateya polîtîkayên ewlehiyê û sepana tayînkirina qeyûman a ji 2016’an ve ketiye meriyetê di nava civakê de nîne. Di serî de li bajarên kurdan, di hilbijartinên 31’ê Adarê de peyama avakirina aştiya civakî ya nû hate dayîn. Divê îktîdar vê peyamê baş fêm bike, di pirsgirêka kurd de dev ji polîtîkayên ewlehiyê berde û ji bo avakirina aştiya civakî, li polîtîkayên aştiyane vegere.”    SÊRT    Şaxa ÎHD’a Sêrtê jî bi daxwaza “Ji bo her kesî aştî” “Nobeta Aştiyê” li dar xist. Nobet, li avahiya şaxê hate lidarxistin. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar Rewşan Aslan û Eşref Tekîn û Hevserokê Komeleya Botanê jî tev li bûn. Li eywana çalakiyê pankarta “Parastina aştiyê mafekî mirovan e” hate daliqandin.    Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Mehmet Satici bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê de da.    ENQERE   Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî çalakiya “Nobeta Aştiyê” li avahiya xwe li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz, Ferît Şenyaşar û Omer Faruk Haluku, Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Berpirsyar Ozturk Turkdogan û endamên DEM Partî û ÎHD’ê tev li nobetê bûn.    Daxuyanî ji hêla Enes Beyaz ve hate xwendin û pankarta “Ji bo aştiya civakî dawiyê li tundiyê bînin” hate hilgirtin.    Beyaz, bal kişand ser darbeya hilbijartinê ya li Wanê û geşedanên piştre. Beyaz, bertek nîşanî îşkence û binçavkirinên li dijî çalakvanan da.    ÊLIH    “Nobeta Aştiyê” ya li Êlihê jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Platforma Ked û Demokrasiyê, OHD, Baroya Êlihê û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê b3un. Di daxuyaniyê de pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî temînata mirovahiyê ye, bijî aştî” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray axivî.    Şîray bertek nîşanî tundiya polîsan a di protestoyên qeyûman de da. Şîray xwest ku êrişên li dijî îradeya gel bi dawî bibin.