Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike 2024-04-06 09:01:37 WAN- Gelê Wanê ku 2 rojan li kolanan bi berxwedaneke mezin vîna xwe parast, diyar kir ku êdî tu kes wê newêribe mudaxileyî vîna wan bike.   Gelê Wanê ku li dijî xepkirina vînê du rojan bênavber li ber xwe da, coşa serketina xwe pîroz dike. Gelê ku bi berxwedanê mafên xwe û hiqûqa xwe parast, peyama "Kes nikare vîna me ji holê rake, ger careke din hewldaneke wiha bê kirin em ê xwe û bajêr tev de bişewitînin."   Şukru Akdogan bal kişand ser berxwedana wan a li dijî xespkirina vînê û wiha got: “Em çûn ser sindoqan û dengên xwe da û di encamê de Wan Abdullah Zeydan wekî hevşaredar hılbijart. Erdogan dibêje li welat demokrasî heye. Ger demokrasî hebe, wê demê hûn çima vê zilmê li me dikin? Ev gel bi îradeya xwe çû ser sindoqan û dengê xwe da. Bajarê me 8 sal in ji aliyê qeyüm ve tê birêvebirin û heta îro tiştek bi bajêr nehatiye kirin. Em li vî bajarî dijîn û ev der axa me ye. Serkeftina me ya di hilbijartinê de ew pir aciz kir, ji ber wê jî dîsa li pey rantê û nelirêtiyê ne. Lê em ê destûrê nedin vê. Ger careke din tiştekî wiha bibe em ê agir bi xwe û bajarê xwe tev de xin. Me kê wekî vîna xwe nîşan dabe, wê ew me bi rê ve bibin."   ‘GER ME LI BER XWE NEDANA WÊ HEMÛ ŞAREDARIYAN BI DEST BIXISTANA'   Îlhan Dîkîcî anî ziman ku destûr nedane xespkirina vînê û got: “Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de DEM Partiyê her 14 şaredarî bi dest xist. Helbet vê serketinê desthilatê pir xemgîn kir. Di şexsê Abdullah Zeydan de hewl hat dayîn ku komployek were amadekirin. Lê gelê Wanê bersiva pêwîst da vê komploya amadekirî. Gelê Wanê gelekî bi rûmet e. Bi helwesta birûmet a ku nîşan da bû bersiv ji hemû cîhanê re. Heger me ev berxwedan nîşan nedana wê ji Wanê heta hemû bajarên din komployeke bi vî rengî pêk bihata. Lê me ev yek asteng kir, lewma me tevahiya Tirkiyeyê rizgar kir. Divê ew baş zanibin ku tu kes nikare mudaxileyî vîna me bike."   ‘WÊ BERSIVA ME TUNDTIR BE'   Huseyîn Akdag anî ziman ku ger tiştekî wiha careke din were ceribandin wê bersiva wan pir cuda be û wiha got: “Me hemû şaredariyên xwe ji qeyûmên talanker girtin. Desthilatê ji ber ku nikaribû vê têkçûnê hezm bike, xwest careke din vîna gel desteser bike. Lê li hemberî van planan berxwedana gel bi ser ket, ger bihata jî wê berxwedana gel dîsa bi ser biketa. Ez gelê Wanê pîroz dikim ji ber ji 14 şaredariyên bajêr 14 şaredarî bi dest xistin. Li bajarê ku bi salan e ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin, tiştek tune. Tiştek nekirin. Desthilat êdî li ber çavên gel qediyaye û haya wan jê heye. Kes nikare vîna me ji holê rake. Heke ew bixwazin careke din biceribînin, wê bersiva ku ew ê wergirin tundtir be."    ‘EM RÊ NADIN'   Cîhangîr Kiziltaş anî ziman ku li şaredariya ku bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê meşandin de zilm li wan hatiye kirin û got: “Ez hemû kesên ku piştgirî dan berxwedanê pîroz dikim. Gel vîna xwe ji xespkeran girt. Îsraîl çi ji Xezeyê dike, ev desthilat jî heman zilmê li gelê kurd dike. Me mafê xwe bi kar anî û şaredariya xwe hilbijart. Lê qebûl nakin. Divê ew zanibin ku em ê tu carî rê nedin wan."   ‘XWESTIN VÎNA ME TUNE BIKIN'   Mûstafa Adiyaman ev tişt gotin: “Şaredariyên ku bi salan ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin hene. Ji xeynî zilm û zordariya li ser gelê Wanê heta niha tiştek nekiriye. Hewl dan vîna me paşguh bikin. Em çûn ser sindoqan û me dengê xwe dan-. Di encamê de me şaredarên xwe hilbijartin. Tu kes nikare vîna me ji holê rake."