Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû 2024-04-06 11:06:43   STENBOL- Serhat Kahyaoglu yê piştî bi lêdanê hatibû binçavkirin, jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Kahyaoglû destnîşan kir ku di serê Kahyaoglû de gelek şopên qebzeya çekê hebûn. Hat desnîşankirin ku polîs bi ser îhtîmala ku Kahyaoglu ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest daye zextê li ATK’ê dike.   Serhat Kahyaoglû (37) bi îdiaya “ji şaneşîna mala xwe gule berdane hewayê” di şeva hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Tevî ku Kahyaoglû û hevalê wî N.G. dema ku li ber xwe dane, rastî tundiya polîsan hatin.    Piştî lêdanê Kahyaoglû bi wesayîteke din a polîsan ji cihê bûyerê hate dûrxistin. Piştî 20 deqeyan bi telefonê xizmeke Serhat Kahyaoglû hate gerîn û ji wan re agahiya “Kahyaoglû di Nexweşxaneya Dewletê ya Samatyayê de jiyana xwe ji dest daye” hate parvekirin. Polîs îdia kirin ku Kahyaoglû ji bo xwe bikûje xwe ji qata 4’an de avêtiye.    Herçiqas Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsînê dabe destpêkirin jî, derbarê polîsan ku Kahyaoglû binçav kiribûn de çi hat kirin nehat zanîn.    Parêzerê malbata Kahyaoglû Cafer Çakmakçi derbarê geşedanan û pêvajoya lêpirsînê de ji ajansa me re axivî.   LÊ DIDIN, JI PIŞT VE KELEMÇE DIKIN    Çakmakçi destnîşan kir ku Serhat Kahyaoglû bi encama îxbarê hatiye kirin ji hêla polîsan ve ji pişt ve hat kelemçekirin û wiha axivî: “Lêdana giran dema ku wî siwarî erebeya polîsan dikin tê jiyîn. Bi giranî lê dixin. Derbarê bûyerê de şahid jî hene. Me îfadeyên wan jî xistin dosyeyê. Em difikirin ku heya 15-20 deqeyên dibin nexweşxaneyê jî lê dixin. Ji ber wî sax siwarî erebeyê dikin û mirî dibin nexweşxaneyê. Ev nîşan dide ku ne mirineke normal e.”   PARÊZER ÇAKMAKÇI: ŞOPA QEBZEYA ÇEKÊ DI SERÊ WÎ DE HEYE   Çakmakçi diyar kir ku ew bi hewldanên xwe ve, îfadeyên şahidan û dîmenên tundiya polîsan bi dest xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wêneyên ku li morgê hatine kişandin gumanên me rast dikin. Ji ber di serê wî de şopên giran ên qebzeya çekê hene. Li deverên cuda yên laşê wî de; mil, pê, zendên wî de birînên kur hene, reş û şîn bûne, hin hestiyên wî şikestine. Me tevî wêneyên vê yekê di dosyeyê de  teslîmî dozger kir. Em li benda rapora otopsiyê ne bê ka serdema mirinê lêdana xwariye yan na. Dozger derbarê dosyeyê de biryara veşartî daye, ji ber wê agahî nayên bidestxistin.”    ‘POLÎS HEWL DIDE XWE JI SÛC XELAS BIKE’   Çakmakçi diyar kir ku polîs bi îdiaya “xwekuştinê” dixwaze xwe ji sûc biparêze û wiha pê de çû: “Dema ku yekî sax dema dibin nexweşxaneyê heke mirî be jixwe polîs dê bêjin ‘ket’ an jî dema birin nexweşxaneyê dê bêjin ‘di nexweşxaneyê de mir’. Jixwe em li bendê bûn ku wiha bêjin. Lê belê diyar e ku ev îfade ji bo xwe ji sûc xelas bikin hatine dayîn.”   QEY POLÎS ZEXTÊ LI ATK’Ê DIKIN?   Çakmakçi da zanîn ku polîs dixwazin serê bûyerê bigirin û anî ziman ku dema ew duh çûne ATK’ê polîs jî çûne ber deriyê ATK’ê û axaftina xwe wiha domand: “Me bihîst ku polîs dixwazin serê bûyerê li gorî xwe bigirin. Em jî pêvajoyê dişopînin. Taybetî jî ji bo peydakirin qeydên kamerayan me gelek zehmetî kişandin. Em dibînin ku hin dîmenan dixin dosyeyê lê hinekan naxin tê de. Em jî bi hewldanên xwe qeydên kamerayan bi dest dixin.”   ‘DELÎLÊN  ME YÊN ŞÊNBER HENE’   Çakmakçi bi bîr xist ku di sûcên ku polîs tev li bûne de biryar li gorî polîsan derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bawer im dozger jî qaneh e ku derbkirineke giran heye. Ji ber dosyeyê de wêneyên şopa derba, şopa  qebzeya çekê heye. Em di dosyeyên wiha de dibînin ku encam li gorî polîsan derdikeve. Delîlên me yên şênber hene, lê bi giştî helwerst li gorî polîsan tê nîşandan. Ev delîlên me piştrast dikin bûyer ‘cinayet a polîs’ e.    BANGA PARÊZER: EM RASTIYÊ DERXIN HOLÊ   Di dawiya axaftina xwe de Çakmakçi got ku xwedîderketina dosyeyê gelek girîng e û bang kir: “Her çiqas wek mirineke asayî were dîtin jî, gelek guman hene ku ev mirin têkildarî tundiya polîsan pêk hatiye. Ev du roj e, em ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û ji komelyên xwedîderketineke mezin dibînin, ez bawer im divê em bêhtir werin xwedîderketin. Ez difikirim ku di vê pêvajoyê de piştgiriya komele û rêxistinên din dê ji bo derxistina rastiya bûyerê gelek bibin alîkar.”    MA/ Yeşîm Tukel