Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin 2024-04-06 13:28:08   ÊLIH - Partiya Saadetê bi îdiaya ku AKP’ê pisûlayên dengan ên navçeya Qûbînê li navçeya Sasonê bi kar aniye, îtîraz kir.    Partiya Saadetê li navçeya Sasonê ya Êlihê li dijî hilbijartinê îtîraz kir. Namzetê şaredariyê yê Partiya Saadetê Cûma Uçar ji ber bêusûliyên di roja hilbijartinê hatine kirin, ji ewil li Lijneya Hilbijartinê ya Sasonê û piştre jî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bi nivîskî serlêdan kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku encamên hilbijartinê bên betalkirin û ji ber bêusûliyên di roja hilbijartinê de hatine kirin, hilbijartin jinûve bê lidarxistin.    Di daxwaznameyê de hate gotin ku di nava pusulayên hilbijartinê yên Sasonê de pusulayên navçeya Qûbînê derketine, hejmartin bi awayekî ne asayî hate kirin, hejmar xelet hatiye qeydkirin, tevî îtîrazan jî deng du caran nehatine hejmartin, girtekên bi îmzeya şil rast nehatine qeydkirin, di sindoqa hejmar 1002’ê de pusulayên dengan ên Qubînê li Sasonê hatine bikaranîn, sindoqa hejmar 2028’ê ji hêla serokê sindoqê û peywirdarên sindoqê ve bêyî peywirdar û muşahidên sindoqê ve hatine kirin, girtek ji berê ve hatine amadekirin û qeydên vê hene, di sindoqa hejmar 1033’ê de dengên nederbasdar tev li hejmartinê nehatine kirin û hatine şewitandin û di sindoqa hejmar 1040’ê de gelek dengên Partiya Saadetê ji bo partiyên din hatine nivîsandin.    Di dawiyê de jî hat xwestin ku hilbijartin jinûve were lidarxistin.