Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin 2024-04-06 13:29:26   STENBOL - Di şewata li kulubeke şevê ya li Stenbolê de piranî jê karker 29 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji 11 kesên ji ber şewatê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin.    Li Gayrettepe ya Beşîtktaşê ya Stenbolê di kulubeke şevê ya di jêrzemên qatên 1’emîn û 2’yêmîn avahiyeke 16 qatî de şewat derketibû û di şewatê de piranî jê karker bi giştî 29 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya lêpirsînê de 11 kes hatibûn binçavkirin û ji van binçavkiriyan 8 jê hatin girtin.