YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir 2024-04-06 16:59:10 NAVENDA NÛÇEYAN -  YSK'ê di sedema biryara xwe ya der barê Abdûllah Zeydan de ku mafên wî yên memnû îadeyî wî kiribûn, diyar kir ku biryara dadgehê "li derî hiqûqê ye û tu hukmeke wê tune ye."  Lijneya Hilbijartê ya Bilind (YSK), piştî mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan îadeyî wî kir, sedema biryara xwe eşkere kir.    YSK'ê wiha hat gotin: "Çendî biryara bi dîroka 29/03/2024 a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bêhukm be jî, bi vî awayî xwe tam teqez nebûye. Dayîn mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan bi şiklî be jî, li gor salnameya hilbijartinê hatine îbrazkirin û qebûlkirin û ji 31'ê Adara 2024'an ve di warê bijartinê de tu astengî tune ne."    YSK'ê diyar kir ku biryara dadgehê "li derî hiqûqê ye û tu hukmeke wê tune ye."