Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir 2024-04-06 21:09:16   STENBOL- TJA’yê bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 4’ê Nîsanê 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Beyoglû ya Stenbolê şahiyek li dar xist. Şahiya ku bi stranên kurdî dest pê kir, gelek jin beşdarî wê bûn. Jinan bênavber dirûşmeyên "jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.   Piştî çandina şitlanjinan pasteya bi nivîsa "vejîna te vejîna me ye" birîn.    Bername bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.