Li Norşînê rageşiya hilbijartinê 2024-04-07 08:44:34 BEDLÎS - Li Norşînê îtîraza DEM Partiyê ya hilbijartinan hate redkirin û YRP’iyên dixwestin têkildarî bêusuliyên di hilbijartinê de daxuyaniyê bidin rastî êrişa polîsan hatin.  Nîqaşên li ser encamên hilbijartinê yên navçeya Norşîn a Bedlîsê berdewam in. AKP’ê li dijî encamên hilbijartinê ku Partiya Refahê (YRP) li pêş xuya dike îtîraz kir. Li ser vê yekê deng jinûve hatin hilbijartin. Piştî jinûvehejmartina dengan, hat îdiakirin ku AKP bi ser ketiye.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi sedema “şaîbeyan” serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da û xwest hilbijartin were betalkirin. Lê serlêdan hate redkirin. Hat zanîn ku DEM Partî dê serî li YSK’ê bide.    Rêxistina DEM Partiyê ya Norşînê têkildarî mijarê daxuyanî da û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan di daxuyaniyê de wiha got: “Îktîdarê bi hîle û veguhestina hilbijêran li vir hilbijartin kir. Îktîdar hewl dide li tevahiya Kurdistanê bi awayekî qirêjî şaredariyan bi dest bixe. Xelkê Norşînê vê qebûl nake.”    ÊRIŞÎ YRP’IYAN KIRIN   YRP’iyan jî xwestin têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan êriş birin ser. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin û bombeyên gazê hatin bikaranîn û bandoreke mezin li ser xelkê navçeyê kir.