Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin 2024-04-07 09:24:31 BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan bal kişand ser bêusûliyên di hilbijartina navenda Bedlîsê de û wiha bertek nîşanî redkirina îtîrazên wan da: “Bi destê darazê darbe hate kirin.”  Di hilbijartinên navenda Bedlîsê de ku leşker û polîs lê hatibûn veguhestin AKP’ê 8 hezar û 900, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 8 hezar û 702 deng stand. Tevî hilbijêrên veguhestî jî ferqa di navbera her du partiyan de tenê 198 deng in. Her wiha 2 hezar û 18 dengên ku dê bandoreke mezin li ser encamên hilbijartinê bikin nederbasdar hatin hesibandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar ji bo deng jinûve bên hejmartin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar îtîraz kir lê ev îtîraz hate redkirin. DEM Partiyê îro jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. Diviyabû di pêvajoya îtîrazê de mazbata nehatana dayîn lê dema ev pêvajo hêj didomiya mazbata dan namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan têkildarî van qewimînan axivî û got ku AKP’ê hinek cihên li Kurdistanê bi taybet hilbijartiye. Tanhan, wiha domand: “Destpêka karê wan jî veguhestina leşker û polîsan bû. Xwestin bi vê re encamê bi dest bixin û hilbijartinan xesp bikin. Di esasê xwe de şêweyekî cuda yê sepana qeyûm e. Di vê mijarê de heta astekî jî bi ser ket.”    GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XIST   Bi domdarî Tanhan bal kişand ser serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bedlîsê û wiha pê de çû: “Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinê bi taybet hate vê derê û got; ‘Ez vê derê dixwazim.’ Bi eşkereyî gef li partiya xwe û xelkê bajar xwaribû. Bi taybet li ser vê derê disekine. Hêzên ewlekariyê yên ev ferman girtin jî bi rêya veguhestina leşker û polîsan xwestin îradeya gel xesp bikin. Di roja ewil a hilbijartinê bi ser neketin û derbasî qonaxa duyemîn bûn. Gef li endamên me yên ser sindoqan xwarin. Îradeya wan xesp kirin û ji sindoqan dûr xistin. Ya din jî hewl dan gelê me ji sindoqan dûr bigirin. Lewma dema hêj hilbijartin didomiya ji zû de pîrozbahî li dar xistin. Li ser bîllboardên bajar jî ‘em bi ser ketin’ nivîsandin. Lê ev pêvajo didomiya. Anku li vir bi awayekî veşarî gef li gel xwarin.”    ‘BÊUSULÎ HEYE LÊ BI QASÎ TÊ XWESTIN NA’    Tanhan, bal kişand ser pêvajoya îtîrazê û wiha got: “Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bi destê darazê biryarên mîna ‘darbeyê’ da. Îro jî bi destê darazê biryareke mîna darbeyê hate dayîn. Dema mirov li biryarê dinêre, dibîne ku tu eleqeya xwe bi hiqûqê nîne. Ji ber ku dibêje ‘bêusûliyên hatine kirin ne di wê astê de ne ku bandorê li encamên hilbijartinê bike.’ Anku bêusûltiyê qebûl dikin. Nakokiya din jî ev e, bêyî lêkolînek were kirin encam diyar kirine. Anku hem îktîdar, hem daraz hem jî hêzên ewlekariyê dizanin ku îradeya gel hatiye xespkirin. Lê mixabin fermana ji wan re hatiye. Ji ber ku ferman ji jor hatiye, îradeya xelkê bajar radestî qeyûmekî herêmî hate kirin.”    ‘ÎTÎRAZÊN PARTIYA ME TÊN REDKIRIN’   Bi domdarî Tanhan got ku piştî redkirina îtîrazê serî li YSK’ê dane û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Îtîrazên partiya me guhdar nakin û red dikin. Lê di rastiyê de em bi ser ketine. Hema hema tevahiya îtîrazên me bêyî ku bên lêkolînkirin hatine redkirin. Tevî ku AKP yekemîn nîne jî hemû îtîrazên wê tên qebûlkirin û hewl didin şaredariyan bixin destê wê. Xelfetî yek ji mînakên vê ye. Tevî ku di navbera 900 deng ferq jî heye îtîraz hate kirin. Ev herêm ji hêla AKP’ê ve hatiye hilbijartin. Namzetê AKP’ê jî qeyûmê berê bû. Li cihên wiha tiştekî asayî ye ku qeymeqam zextê li dadgeran bike. AKP a ku pişta xwe daye hêza îktîdarê, van bêperwatiyên hiqûqî dike.”