Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da 2024-04-07 09:30:48 ŞIRNEX - Qeyûma Cizîrê ku şaredarî 772 milyon û 414 TL xistiye bin deynan û beriya dayîna mazbatayan bi bihayê 30 milyon û 41 hezar TL’an kredî kişand, tenê di nava salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz daye.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê bi dest xist. Piştî ku DEM Partiyê şaredarî bi dest xistî, texrîbatên qeyûm jî hêdî hêdî derketin holê. Qeymeqama navçeyê Nazli Demîr ku weke qeyûm hatibû tayînkirin, şaredarî 772 milyon û 414 hezar û 347 TL xist bin deynan. Demîr, saetekî beriya ku hevşaredarên DEM Partiyî mazbatayên xwe wergirin jî ji Banka Îllerê 30 milyon û 41 hezar TL xerc kir.    FAÎZ HER KU DIÇE ZÊDE DIBE   Kiryarên Demîr a ku di 11ê tebaxa 2022’yan de li şaredariyê weke qeyûm hatiye tayînkirin tenê bi van bisînor nînin. Di serdema Demîr de ji du bankan 12 caran kredî hatin kişandin. Mixdarê van krediyan jî 141 milyon û 100 hezar TL ye. Faîzên van krediyan jî li gorî dovîzê diguhere.    Di heman demê di vê pêvajoyê de rêveberiya qeyûm ji Banka Îllerê 15 milyon TL kredî kişand. Ji bo krediyên behsa xeberê tenê di sala 2023’yan de 23 milyon û 958 hezar û 973,40 TL faîz hate dayîn. Li gorî liv û tevgera di dovîzê de, rêjeya dayîna vî deynî jî her tim diguhere.    MA / Omer Akin