Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike 2024-04-07 10:55:06   STENBOL - Rojnameger Kemal Can diyar kir ku piraniya neşxeya siyasî ya Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî de guheriye û wiha got: “Dê nexşerêya muxalefetê siyasetê diyar bike.”    Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê bi têkçûna Tifaqa Cumhurê bi encam bû. AKP’ê nêzî 4 milyon deng winda kir û bû partiya duyemîn. MHP’ê şikestineke mezin xwar û di nava Partiya Îyîyê de jî îstîfa dest pê kirin. CHP’ê jî li gel Stenbol û Enqereyê, gelek şaredariyên din bi dest xist û bû partiya yekemîn. DEM Partiyê jî tevî veguhestina leşker û polîsan û gelek bêusuliyan jî serkeftineke mezin bi dest xist. Li bajarên Tirkiyeyê jî bi rêya stratejiya “Lihevkirina bajar” encamên hilbijartinê diyar kir.    Rojnameger Kemal Can encamên hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘NEXŞEYA SIYASÎ YA TIRKIYEYÊ GUHERÎ’   Kemal Can got ku li gel taybetiyên herêmî, ji hêla hevsengiya siyaseta giştî ve jî 31’ê Adarê encamên balkêş bi xwe re aniye. Can, wiha got: “Gelemperiya nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê guherî. Îktîdar dihele û ev pir şênber bû. Li gorî hilbijartinên 14’ê Gulanê, îktîdarê nêzî 7 milyon deng winda kir.”    ‘DEM PARTÎ DI WINDAKIRINA ÎKTÎDARÊ DE XWEDÎ ROLEKE ÇALAK BÛ’    Can, diyar kir ku DEM Partiyê hem dengên xwe parast hem jî şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin qezenc kiriye. Can, wiha domand: “DEM Partî di windakirina îktîdarê de xwedî roleke çalak bû. DEM Partiyê karî vê fonksiyona dualî ku pir zehmet bû birêve bibe û encamekî wiha çêbû. Tevî demoralîzasyona hilbijartina par jî muxalefetê li xwe înîsiyatîf girt. CHP û DEM Partî weke du nûnerên xurt tercîh kirin. Partiyên muxalîf ên derveyî CHP’ê jî îdiayên xwe bi cih ne anîn. Weke mînak Partiya Îyî tu serkeftinek bi dest nexist. Heta hate ber sînorê tunebûnê.”    ‘ÎKTÎDAR ÊDÎ DENG WINDA DIKE’   Di berdewamê de Can anî ziman ku îktîdar ji zû de ye dengan winda dike lê bi rêya zextan hewl dide vê veşêre. Can, wiha pê de çû: “Yek ji sedema ku îktîdarê di 31’ê Adarê de deng windakirî jî ev bû; êdî nekarî reqîbên xwe kontrol bike û hilbijêrên wê aciz bûn. Vê jî rê li ber windakirina dengan kir. Muxalefetê jî berevajî vê gelek deng stand lê ev nayê wê wateyê ku îktîdar hemû dengên blok winda kiriye. Lê potansiyela vê heye. Divê ev mijar tevek bi hev re bên nirxandin. Sedema herî girîng a windakirina dengan a îktîdarê jî ew bû ku hilbijêrên wê aciz in, pirsgirêkên sereke nehatin çareserkirin û ji ber polîtîkaya cihêkariyê bû.”    ‘HILBIJÊRAN SEKNEK NÎŞAN DAN’   Rojnameger Can, da zanîn ku ji hêla muxalefetê ve ya herî girîng ew bû ku li şûna tifaqên nezelal, sekna wan a zelal û jixwebawer a ji bo şandina îktîdarê bandor kir. Can, bi domdarî ev nirxandin kir: “Ya herî girîng ew bû ku hilbijêran bêyî li rewşa siyasî ya aktoran binêrin, seknek nîşan dan. Hem hilbijêrên muxalefetê hem jî yên îktîdarê tercîha xwe raste rast nîşan dan. Xala herî girîng jî ev e. Dê nexşerêya muxalefetê nîşanê bide bê ka dê encamên hilbijartinê bandoreke çawa li siyaseta Tirkiyeyê bike. Aktorên siyasî çi ji van encaman fêm kirine û tercîha wan a polîtîk dê teşe bide rojên pêş. Em ê di nava demê de bibînin bê ka dê têkoşîna demokrasiyê veguhere tiştekî çawa.”    ‘DÊ SEKNA MUXALEFETÊ TEŞE BIDE PÊVAJOYÊ’   Can, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî travmayan jî gel di vê hilbijartinê de li dijî îktîdarê li ber xwe da. Îktîdarê nekarî hilbijêrên xwe di dest xwe de bigire. Dê gavên îktîdarê yên ji vir û şûnde diyar bike bê ka dê hebûna xwe biparêze yan na. Heke CHP jî nekare siyasetê azad bike û gavên demokratîk biavêje, mîna berê dê niha jî nekare encamekî bi dest bixe. Bi kêmîna siyasî ya li Wanê jî îktîdarê hewl da xeta xwe ya berê ya li dijî DEM Partiyê bidomîne. Divê muxalefeta din vê weke pirsgirêkeke demokrasiyê bibîne û bike parçeyeke têkoşîna xwe. Rola berdevkên CHP’ê ya di vê mijarê de girîng bû. Heke wiha tevbigerin dê tayînkirina qeyûman bêencam bimîne. Ya ku dê pêvajoyê biguherîne ne îktîdar, sekna mulxafetê ye. Heke DEM Partî û kurd bi tenê bên hiştin, dê bandoreke neyînî li ser têkoşîna demokrasiyê bike. Divê berxwedaneke hevpar bê raberkirin.”    MA / Esra Solîn Dal