YSK’ê gelek îtîraz red kir 2024-04-07 15:02:18 ENQERE - YSK’ê gelek îtîrazên ji herêman hatine kirin red kir.  Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îro jî îtîrazên hatine kirin nirxand. YSK’ê îtîrazên ji 6 herêman hatine kirin red kir. YSK’ê îtîraza CHP’ê ya ji bo betalkirina hilbijartinên navçeya Besnî ya Semsûrê, ya MHP’ê ya ji bo dîsa hejmartina dengên navçeya Salipazariyê ya Samsunê, ya YRP’ê ya ji bo betalkirina hilbijartinên navçeya Bafra ya Samsunê, ya AKP’ê ya ji bo nûkirina hilbijartina Sêrtê, ya YRP’ê ya ji bo betalkirina hilbijartinên navçeya Vezîrkopru ya Samsunê û îtîraza CHP’ê ya ji bo jinûve hejmartina dengan û nûkirina hilbijartina navçeya Korfezê ya Kocaeliyê red kir.    YSK’ê tenê biryara têkildarî jinûvehejmartina dengên navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ya DEM Partiyê qebûl kir.