Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev 2024-04-07 23:03:20   QERS - Hevşaredarên Qaxizmanê yên nû hatin hilbijartin, di xwarina fitarê ya hate dayîn de bi gel re hatin bahev.    Hevşaredarên Qaxizman a Qersê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Guner Hatay û Mehmet Alkan, di xwarina fitarê de bi welatiyên navçeyê re hatin bahev. Ji bo ku eywana xwarina fitarê lê hate dayîn tejî bû li derve jî mase hatin danîn. Nêzî hezar û 500 kes tev li xwarina fitarê bûn.    Altûn ê di fitarê de axaftineke kurt kir, wiha got: “Me xwest li ser navê şaredariyê di xwarina fitarê de bi we re bên gelhev. Me di hilbijartinên borî de bi ked û têkoşîna we dayî şaredarî bi dest xist.” Hevşaredar Hatayê jî wiha got: “Pergal 10 sal in zilmê li vê navçeyê dike. Lê me şaredariyên xwe wergirtin û êdî şaredarî mala me ye û em li mala xwe ne. Em ê layiqî we bin.”