Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve! 2024-04-08 16:47:08   ŞIRNEX - AKP’ê bi hilbijêrên veguhestî Şaredariya Bajarokê Giteyê bi dest xist. Piştî vê yekê di navbera AKP’î û YRP’iyan de şer derket û li bajarokê qedexeya derketina derve hate îlankirn.    Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de li bajarokê Giteya navçeya Silopiyaya Şirnexê 8 hezar û 18 hilbijêr çûn ser sindoqê. AKP’iyê bi nelirêtî û bertilê tê zanîn Nadîr Tosun bi 300 hilbijêran derve aniye şaredariyê ji sedî 57.54 dengan bi dest xist. Namzetê Partiya Yenîden Refahê (YRP) Nihat Yîgît jî ji sedî 41.70 deng girtin. Îtîrazên ji ber hilbijêrên veguhestî û nelirêtiyan hatine kirin jî, hatin redkirin.    Di bajarokê ku gengeşî berdewam dikir de, di navbera AKP’î YRP’iyan de şer derket û 7 kes birîndar bûn. Ji ber gengeşiya dom dike, di bajarokê de qedexeya derketina derve hate îlankirin.    Li her kolana bajarokê de leşker hatin bicihkirin.