Almanyaya ku bi hevkariya qirkirinê tê sûcdarkirin parastina xwe kir 2024-04-09 14:51:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Nîkaraguayê bi îdiaya ku Almanya bûye şirîkê qirkirina li Xezeyê, doz vekiribû. Almanyayê, li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî parastina xwe kir û tawanbarî red kir.    Ji welatên Amerîkaya Navîn Nîkaraguayê ji ber piştgiriya leşkerî ya ku Almanya dide Îsraîlê, bi sûcdariya “Alîkarî daye qirkirina li Xezeyê” li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) doz lê vekiribû. Danişîna ewil a dozê duh hat lidarxistin û li sûcdariyên Nîkaraguayê hate guhdarîkirin. Îro jî Almanyayê li dijî tawanbariya parastina xwe kir.    Li ser navê Almanyayê Tanîa von Ûslar-Gleîchen axivî û got: “Ewlehiya Îsraîlê di navenda polîtîkaya derve ya alman de cih digire.” Ûslar-Gleîchen diyar kir ku Almanya sûcdariyên ku ji aliyê Nîkaragua ve tên kirin “bi zimanekî teqez red dike.”   Nîkaraguayê di doza li dijî Almanyayê vekirî de daxwaz kir ku ji bo astengkirina alîkariyên Almanyayê yên ji bo Îsraîlê, tevdîrên lezgîn bên girtin. Nîkaraguayê roja duşemê di ICJ’ê de Almanya ji ber alîkariya wê ya ji Îsraîlê re, rexne kir.   Parêzerên Nîkaraguayê ragihandin ku Almanya çekan ji Îsraîlê re dabîn dike û bi vî rengî Peymana Qirkirinê ya Navneteweyî ya ku piştî Holokost di sala 1948’an de hatibû îmzekirin, binpê dike.   Tanîa van Ûslar-Gleîchen li ber dadgehê bersiva sûcdariyên Nîkaraguayê da û ev tişt anî ziman: “Almanya sûcdariyên Nîkaragua bi zimanekî teqez red dike. Ne di rastiyê de, ne jî di hiqûqê de çi bingehê van sûcdariyan nîne.”