Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin 2024-04-09 15:17:43 AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ragihandin ku ji bo tevahiya pêvajoya Cejna Remezanê di mijara trafîk û hîjyenê de tevdîrên pêwîst hatine girtin û dê wesayîtên şaredariyê bêpere bixebitin.  Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun duh mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran îro jî bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşandin.    Hevşaredaran diyar kirin ku ji bo di pêvajoya cejnê de ji hêla trafîkê ve pirsgirêk çênebin û ji bo hîjyenê hemû tevdîr hatine girtin. Di heman demê de dan zanîn ku dê di tevahiya cejnê de wesayîtên şaredariyê bêpere bixebitin.    Peyama hevşaredaran wiha ye:   “Şaredariya me ya Bajarê Mezin ji bo tevahiya pêvajoya Cejna Remezanê ji bo trafîk û hîjyenê temamiya tevdîran girtiye. Gelê me dikare bi rehetî û bi aramî biçe serdana goristanan û perestgehan. Di nava vê demê de dê wesayîtên komelî bêpere xizmetê bikin.    Ji bo kêmasiyan û guhdarîkirina daxwazên we, dê Navenda Bangawaziyan a Alo 153 24 saetan di xizmeta we de be.    Ji we re cejneke xweş û biewle hêvî dikin.”