Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn 2024-04-28 14:40:32   STENBOL - Di rêzeqezayên Beşîktaşê de 8 kes birîndar bûn.    Li ser Cadeya Buyukdere ya navçeya Beşîktaş a Stenbolê rêzeqeza çêbû. Wesayîteke ticarî ya ji Zîncîrlîkuyuyê dihat, ji kontrolê derket, bariye derbas kir û derbasî şirîda din bû. Wesayîtê li 6 wesayîtên ji milê Leventê ve dihatin xist û sekinî.    TRAFÎK VEGERIYA REWŞA ASAYÎ   Li cihê qezayê polîs û komên agirkujî û tenduristiyê hatin veguhestin. Komên agirkujiyê 2 kesên di wesayîtê de asê mabûn xelas kir. Her du kes û 6 kesên din ên di qezayê de sivik birîndar bûbûn, bi ambulansan sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Ji ber qezayê aliyê Levenetê yê trafîkê heta demekî hate girtin. Piştî rakirina wesayîtan û paqijkirina cihê qezayê, trafîk vegeriya rewşa xwe ya asayî.