Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn 2024-04-29 08:50:40   MUGLA - Di qezaya li navçeya Mîlasê de 4 jê giran bi giştî 14 kes birîndar bûn.    Li navçeya Mîlasê ya Muglayê du mînîbûs li hev qelibîn û di qezayê de 4 jê giran bi giştî 14 kes birîndar bûn. Piştî qezayê şewat derket û ji hêla komên agirkujiyê ve hate vemirandin.    Hat zanîn ku şewat ji ber teqîna pifdanka gazê derketiye ku ya ajokar Bulent Fuat Aydogan ê debara xwe bi palyoçtiyê dike bû.    Ji birîndarên niha tedawiya wan li nexweşxaneyên navçeyê didomin rewşa 4’an giran û ya 10’an jî baş e.